19. Serrastkerek (editor) şoreşger yê tirşikê ye. Di mijarên bingehîn yê tirşikê de guhertinên şoreşgerî pêk tîne. Hewl dide mijaran sedî sed bike kurdî û ji hemû çewtî û şaşitiyên rêzimanî û mentiqî rizgar bike. |
|
31.12.2021 00:28 |
tîrêj zana 21
|
17. Nivîskar û rastkerê (edîtor) tirşikê yê ku divê mirov wî teqdîr bike. Ji roja ku erka rastkeriyê jê re hatiye dayîn, rêjeya rastkirina mijarên şaş bi qasî ku li ber çava bikeve zêde bûye. Heqê erka xwe dide û di zûtirîn dem de sererastkirinan dike. Du cara mijarên min yê şaş hatibûn nivîsîn jî sererast kir. Spas ji bo cenabê wî. |
|
15.11.2021 01:03 ~01:10 |
tîrêj zana 21
|
9. nivîskarê tirşikê yê ku dema nivîsê gramera kurdî li tirşikê dinivîse, bi hemû hêz, bal û xwesteka xwe ve dinivîse. dema wan nivîsên wî dixwînim, heç wekî ji pênûsa gire girek rêzimana kurdî derketiye hest dikim. yanê ewqas xweş, ciddî û herikbar e ku di eynê deqê de fikra mirov diguhere. meraq dikim gelo bo rêziman perwerdeyek pisporî stendiye an ev hemû berhemên xebata takekesî ne? |
|
05.05.2021 22:24 |
tîrêj zana 21
|
3. Bi xêr hatiye. Pênûsa wî baş e. Xweş dinivîse. Hêvî berdewam be. |
|
02.08.2020 01:03 |
tîrêj zana 21
|