1. Hey ez zanim tiştek bi qelîte û kêrhatî ye. Hemû film û belgefilmê derheqê kurd û kurdistanê de hatiye kişandin kom kirine û ez dibêm qey roj bi roj û di saetên diyarkirî de tên temaşe kirin. Yên ku îngilîziya wan heye binêrin û fam bikin, yên fam kirî bila bi me jî bide fam kirin. Ka d'awa camêr û ciwanika çiye, em çawa dikarin jê sûdê werbigirin: |
|
16.04.2021 01:20 |
rizgarm
|
2. lidarxistina london kurdish film festivalê ye. xwedê karê wan rast bîne! malper: https://www.globalkurdishfilmfestival.com spoiler tune, li fîlmê temaşe bikin |
|
18.04.2021 04:17 |
mirovekirind
|
3. hûn dikarin heta roja 28.04.2021 li ser malpera global kurdish film festival fîlmên kurdî bi belaşî temaşa bikin. wê firsendê merevinin. |
|
20.04.2021 21:21 |
cinorek
|
4. Malpera ku meraq dikim gelo tirşikvan, kîjan fîlmên wê pêşniyaz dikin? |
|
20.04.2021 21:26 |
tîrêj zana 21
|
5. festivala ku hemû fîlmên xwe di bin sê cureyan de birêz kirine: "classic Kurdish films", "short films" û "new release". malper gelek belgefîlman dihewîne. |
|
21.04.2021 01:07 |
mirovekirind
|
6. kampanyayek pir baş, bi ya min divê heta hetayê deriyê xwe li piştê bihêlin ji bo temaşekirina fîlman. fîlmên kurdî ji ber gelek sebeban ji xwe nediketin vîzyonê tenê di festîvalan de dihatin nîşandan ji loma wekê min gelek kes jê bêpar diman lê bi vî awayî herkes wê bikaribe bi hêsanî fîlmên kurdî bişopîne. |
|
21.04.2021 12:10 |
endazer
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |