49. Bajarê pîroz. Ez duh bi balafirê hatimê. Wexta min baholê stend saet bû deh û nîv. Bavê min got ez ê werim li pêşiya te(bi erebeyê), min got na ne hewce ye ez ê werim (lewre nexweş e). Min got ez ê bi otibosê werim. Wî got temam. Ez ji balafirgehê derketim taksîcîyekî got tu yê herî ku derê min got heta rawestgehê got were. Ez ketim taksiyê min heta rawestgehê bir.(ez bawer im got qey wê ez bixapînim, lê nexapiyam) ji ber ku tenê otibosa a7ê dihere nêzîkî mala me, diviya ez heta riya dadigere jorî cezaevî bimeşiyama. Ez meşiyam û meşiyam rê nediqediya weke ku ez di riyeke 5 kîlometreyî de bim. Axirê qediya ez gihîştim rawestgeha xwe. Otibos hat min lê nihêrt cih ji bo min nemaye tê de tew cih ji bo baholê hîç tune bû. Lê siwar nebûm li benda dolmîşa yenîhalê mam. Min got ez ê ji yenî halê heta malê bimeşim. Îjar li benda dolmîşê mam. Weke ku hûn jî dizanin bi şev nivîsên li ser kartona dolmîşa ji ber ronahiya li ber kartonê vêdixin nayên dîtin. Heta dolmîş tê 10 metreyan nêzîkî meriv dûvre meriv dibîne. Yek hat heta min xwend, fersend çênebû ku min destê xwe rakira. Heta ya duyan dîsan sekinîm û li wê siwar bûm. Li ceylanlarê daketim û heta malê meşiyam. |
|
30.06.2015 02:50 |
mergehez
|
jan dost [1] |
|
stranên kurdî yên li ser heywanan [2] |
|
the cranberries [1] |
|
jan dost [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |