Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 61 peyam
rasteqîn

rasteqîn

49. nivîskarê ku xuya ye dilê wî hebekî ji tirşikê maye, dil lê dibijînim, ez ku bêsebr û hedan im belam nikarim ji ber dijberiya ku li ber fikrên min tê kirin dev ji tirşikê berdim an xwe lê bixeyîdînim an jî dilê xwe yê kovî jê sar bikim, ez ku tehemûlî li kesên ku bi hêşekî sînorkirî li cîhanê dinihêrîn û bi fereseta xwe ya teng dinyayê şîrove dikin, nakim û ez ku ji mirovan eciz im û ger nevê di rojê de 16 saet û dawiya hefteyê jî 24 saet ji malê dernayêm, hama çay û cixare û tirşika me ya ku me jê re gotiye zarokê me, besî min in, ne şaş bim eyaz yûsif bû digo, heger dinya hemî gul bît gulek tenê besî min e, û heger dinya hemî xefk û dehfik bin an eger dinya hemî xweşî geşî bin dîsa jî tirşik besî me ye ku em ligel wê û pê re fikr û raman û dîtinên xwe yên ku di sersezîm û erdzemînê de bi kêrî kirîna azadiya niştimanekê nayên belav bikin, belkî me nekarîbû cihanê geş bikin lê bes çendek û qurtek me azadî zeft kirin û mafê me ye, heqê me lê heye û jê heye pê de herin û pê re bireşînin..

îja nizanim tu min seh dikî yan na? ez hej ji xwendina entryên te dikem û hej jê dikim ku her daîmî û mayînde bî, ne ku rê li ber xalîbûnê digirim, dilgermî me û jidil dibêjim heke tu bidî li dû bahane û hincetên pûç û vala ger ez nedim dû jî -ji ber ku çûye- li ber bikevim, heyfa vî zemanî, heyfa vî zimanî û heyfa vê mekanê..

ger ez dev ji galagalên destpêkê berdim, bersiva guman û pirsên te ligel min jî hene, min nêt e ku li gorî xwe bibersivînim, de îja gotin ji min, guhdêranîn ji te.

me dil kir ku di vê ferhengê de herkes hebe, û em dikin ku tevî cudahiyên xwe yên ku bi tundî ji hev xêz bûne û veqetiyana di nava xwe de bihewinînin, bila hezar ferhenga şikestî nebin, bila jê yek be, bila ji rasteqînî jî yek be û ji yê dî, yê dî û ya dî.. mesele popûlerbûna gotina ha nîn e, rasteqîniya min û te ye. em kurê/kêça dayîkeke bindest in û peywir û berpirsyariyên me ne ku hîsên me çi tundî bivê jî bi rêya êqil rê li ber bigirin wê hewl bidin ku hemî cihên xwe yên reştarî yên di binê axê de riziyane vejînin, bikin gul û sosin, di vî warî de ez metirsiyên te fêm dikin, bi vê rewşê serwext im lê divê tu jî fêm bikî ku rêya te ya te ji xwe re bijartiye ne tu rê ye..

tu baweriya xwe ji kîja mezheb û olê tînî? nizanim, deîst an ateîst î, nizanim.. şafî yan sunî yan elewî yî? nizanim.. û tu eleqeya min jî jê nîn e, ku te bivê dikarî pîvazeke tûj a dilketiya zazayan e bihebînî yan jî tu tiştek ne hewce ye tu jê re stû biçemînî yan bihebînî.. di vir de mesele ev e ku hemî hîs û hest û ramanên xwe derbiderînî û em jî sûd jê werbigirin, jiyan kurt e çivîk difirin lê nivîs dimîne..

min hê di vê ferhengê de nedîtiye ku di derheqê cihûyan de heqeret hatiye kirin, ku eger bibînim jixwe ez ê wek peywireke moderatoriyê jê bibim, lê di derheqê mislimanan de gelek heqeret hene, dikarim gelek mînak jî bidim, mesela di derheqê mesîhiyan de jî tu heqeret nîn e lê ji bo îslamiyetê gelek hene lê min xwe ji vê rewşê qet eciz nekiriye, herkes jiyana xwe dijî û ji tevger û helwêstên xwe berpirsyar e..

ku em werin li ser meseleya îsraîlê, erê gelek rexne hene li ser dewleta ha, lê ji wê dewletê zêdetir gelek rexne û heqeret li ser dewletên dîn ên misilman û bi taybetî jî ji bo yên ereban hene û min bixwe jî gelek gelek rexne li wan kirine..

em bipîvin û paşê bibêjin çend û heft e, ma ne?

a soxî dîsa tu zanî lê bi a min neçe, ku bicemidî û bi te sar be, dikarî saqoyê min bigirî*



01.04.2015 20:06 ~20:16 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» rasteqîniya efsûnî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî