Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
bavê nazê

bavê nazê

1. Bavê Nazê, nivîskarekî kurd e.



Li sala 1946 li gundê Kucuka li bakurê Kurdistanê ji dayika xwe bûye. Sala 1953 çûye binxetê (Kurdistana Rojava) û li bajarê Amûdê- li wir dest bi xwendina xwe ya seretayî kir.

Sala 1957 mala wa bi temamî diçe binxetê, destpêkê li Amudê ma û dûre mal hate bajarê Hesekê û li wir xwendina lîsê sala 1967 bire serî.

Sala 1969 ji bo xwendinê ew diçe Soviyetê û sala 1980 an de li zankoya Mosko ya hikumî nameya xwe ya diktora parast. Sala 1977 li gel rehmetiyê Rezo û Dr. Mihemed Ebdo Alnecarî û Seadeldîn Mela me (Rabîtet Kawa lîlseqfe Alkurdiye) damezirand û di paşerojê de beriya vê destegehê wi berhemên xwe weşandin. Dûre jî li welatên curebecur berhemên wî di sê waran de hatine weşandin:



Werger

Amedekirin

Afirandin





Di warê wergerê de ev pirtûk



Îstişhad albetel alkurdî, Fiyodor Lîtkîn sala 1977 bi zimanê erebî.

Alcîbal we alsîlah li gel Dr. Ebdî Hacî – 1978.

Intîfadet alşeyix Seîd 1981 ya nivîserê wê Hisiretiyan.

Nehdet alkrad alqewmiye we alseqafiye 1985 Celîlê Celîl.

Kurdistan ma beyine alherbeyin li gel Dr.Seadedîn Mela 1988.

Berzanî we şehadet altarîx li gel Dr.Ebdî Hacî 2004.

Pêseka dîroka Kurdistanê ya mela Mehmûdê Beyazîdî 2009 bi zimanê kurdî.

Qelawiz-şanoya Xoxol(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.

Îzop –şano(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.



Di warê amedekirinê de



Rêzimana kurdî bo zaroka sala 1996

Têwriya edeb- ji bo şagirtên zankoyê- zankoya Duhok 2010

Dîroka edeba Yunanî ya kevinar 2010

Dîroka edebê romanî birgê 2 sala 2013

Dîroka edeba serdema navîn û vejînê birgê 3 sala 2013

Edeba sedsala 17-18 birgê birgê 4 sala 2013

Edeba sedsala 19-20 birgê 5 sala 2013

Rêzimana kurdî (têwrî û piratîk) sala 2013

Ferhenga tîrmên wêjeyî sala 2013.



Berhemên di warê afirandî de



Çiyayên bi xwînê avdayî-roman-sala 1978 bi zimanê erebî, sala 1981 bi zimanê rusî- sala 1988 bi zimanê kurdî.

Hêsir û baran-kurteçîrok-sala 1996

Miriyê heram-kurteroman-2009

Dara pelweşiyayî-roman-2011

Ji berhemên afirandî ku nehatine weşandin

Tahliya rastiyê

Dengê ji dûr ve tê nayê bihîstin.

Ji vekolînên jy hatine belavkirin

Çi bi Kurdistana sor hat?

Ber bi zimanekî yekbûyî ve.

Roman çiye.

Ehmedê Xanî-weku pêşke di dîwana wî de hate weşandin.



25.07.2013 13:05 | arami

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» bavê'm
» nazê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî