Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 33 peyam
bêder

bêder

1. Wekî em ji peyvê jî fêhm dikin bêder dereke gilover û bê der e. Ji ber vê yekê dibêjin bêder. Dirêjî û firehiya bêdera gilover nêzî 8 mîtroyan e. Belê berê bêder çawa dihatin çêkirin û amade kirin em dixwazin di vê nivîsa xwe de ji we re binivîsin. Li serê zevîyan an jî li serê gireke bilind yê ku nêzî zevîyan û ba lê tê bêder dihat çêkirin. Dereke rast, bi tevir û bêran dihat kolandin û rast kirin û paşê jî dar, ber û gilêş ji nav wê axê dihatin paqij dikin , dema ku ew der nêzî qulaçekê hat kolandin di nava wê derê de stûnek nêzî 2 mîtroyan ya dirêj li nava xîmê bêderê diçikandin û zeft girêdidan da ku paşê gayê bingêrê pêve girêbidin û dewar û gayên din jî li cem wî girêbidin. Gava ku ew stûn di orta bêderê de baş zeft dikir, paşê xîmê bêderê yê kolayê baş şil dikir û dikir herî da ku bêder baş bê rast û duristkirin. Dema ku ew ax hat herî kirin paşê telîsekî kayê jî bi ser vê herîyê ve dikirin û bi mêran baş hevîr dikir da ku herî û ka tevlîhev bibin. Paşê vê herîyê bi banguranan digêra ku rast bibe. 2- 3 rojan ev gêrîna bêderê dewam dikir, di nava van rojan de bêder baş rast, hişk û qahîm dibû û her wisa bêder ji gêreyan re amade dibû.



24.07.2013 14:46 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêder

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî