Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 21 peyam
mueyed teyib

mueyed teyib

3. di sala 1957an de, li Dihokê jidayîk bûye. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwendiye. Di sala 1978an de, dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zankoya Bexdayê kiriye. Di Radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitiye. Di wan salan de weke helbestvan hatiye naskirin, lê di sala 1979an de, helbestên wî hatine qedexekirin. Digel vê yekê, helbestên wî di nav gel de belav dibûne, gelek kesan ew ji ber dikirin û hin ji wan helbestan jî bûne stran. Di sala 1982yan de, ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berdide û beşdarê şoreşê dibe û dibe pêşmerge. Li çiyayên Kurdistanê jî helbest nivîsîne û bi riya Radyoya Şoreşê ew belav kirine. Di pey re weke penaber li Swêdê bi cî bûye (1983). Teyib, li wir jî karê wêjeyê domandiye û di kovara Berbangê de xebitiye û demek şûn de bûye sernivîserê kovarê. Mueyed Teyib, di sala 1996an de vegeriyaye Kurdistanê û bûye yek ji damezrênerê Kurdistan TVyê. Di sala 2002an de Weşanxaneya Spîrêzê ava kiriye. Ev weşanxane ku weke kelha Kurmanciyê li Başûr, heya niha ji çar sedî zêdetir pirtûk weşandine. Di sala 2007an de bûye endamê Akademiya Kurdî li Hewlêrê. Di hilbijartina 2010an de weke parlamenter hatiye hilbijartin ku niha li Parlamentoya Iraqê, berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê ye. Di sala 2011an de, di kiryariyeke terorîstî de bi giranî birîndar bûye. Teyib, çar zarokên xwe hene. Mueyed Teyib, yek ji pêşengên helbesta kurmancî ya Başûr tê hejmartin. Di nav nifşa ku di salên 70yî de kurmanciya behdînî dewlemend kirine de, navekî xuyane ye. Teyib, demeke dirêj di warê wêjeya zarokan de jî xebat kiriye û mehnameya zarokan a bi navê Kepir weşandiye. Çend pirtûkên bo zarokan ji erebî û swêdî wergerandiye ser kurdî. Helbestên wî di pirtûkên dibistanan de jî têne belavkirin. Helbestên wî bo zimanên weke erebî, farisî, fransî, ingilîzî, swêdî û tirkî hatine wergerandin. Çendîn wekolînên akademîk jî li ser helbestên wî hatine amade kirin.



14.06.2014 22:14 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
siwar hatin peya çûn [8]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mueyed teyib

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî