1. Cîhan:
1829 – Berhema navdar a Johann Wolfgang von Goethe ya bi navê Faust cara pêşîn li ser dikê hate pêşkêşkirin.
1917 – Şerê cîhanê yê yekem; Hêzên almanan bi zeplînan bombe barandin ser bajarê Yarmouth ê îngilîzan. Di vê êrîşa ku cara yekem zeplîn hatibûn bikaranîn de, bêhtirî 20 kesan mirin.
1942 – Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên japon welatê Burmayê dagir kirin.
1949 – Kûbayê Îsraîl bi awayê dîplomatîk nas kir.
1969 – Xwendakarê çek ê bi navê Jan Palach, ku li dijî dagirkirina Çekoslovakyayê ya ji aliyê YKSS'yê ve pêk hatibû, bedena xwe dabû ber agir, jiyana xwe ji dest da.
1977 – Li Miami-Floridayê cara pêşîn berf barî.
1988 – Di meclîsa Tirkiyeyê de parlementerê SHP'yê Mehmet Ali Eren got; Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan heye û zext li ser kurdan tê kirin. Bi vê axaftinê di meclîsê de pevçûn derket.
1991 – Şerê Kendavê; Di êrîşa Iraqê ya bi moşekan de 15 kes brîndar bûn.
1993 – Komara Çekî û Slovakya tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
2001 – Kongreya Aboriya Kurdistanê ya yekem li bajarê Holanda Rotardamê pêk hat. Di encamê de biryara avakirina KARSAZ'ê hate girtin.
2007 – Rojnamevanê ermenî Hrant Dink li Stenbol (Tirkiye) hate kuştin.
|