2. cihan
630 – Hezretî Muhammed, bi artêşekê kete bajarê Mekeyê.
1788 – Rojnameya herî kevn a Londonê The Times dest bi weşanê kir.
1891 – Li ser nîqaşên di maça navbera yaneyên Stoke City û Notts ên di lîga Îngilistanê de hate kirin, penaltî kete pirtûka qaîdeyên futbolê.
1945 – Fransa, tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
1959 – Bi serokatiya Fîdel Kastro şoreşa Kûbayê pêkhat.
1965 – Rêxistina El-Fetîh, di nava Filîstînê de yekemîn çalakiya xwe li dar xist.
1973 – Îngilistan bi fermî tevlî Civata Aborî ya Ewropayê bû.
1981 – Yewnanîstan bû endamê 10emîn ê Civata Aborî ya Ewropayê.
1986 – Spanya û Portekîz, tevlî Yekîtiya Ewropayê bûn.
1987 – Li Çînê bi hezaran xwendekaran li meydana Tîanenmanê meşiyan.
1993 – Çekoslovakya bû du parçe. Bi vê bûyerê re Komara Çekî û komara Slovakyayê hatin damezrandin.
1994 – Peymana NAFTA derbasî jiyanê bû. Di peymana ku jê re dihate gotin Herêma Bazirganiya Serbest a Amerîkaya Bakur, tê de dihate pêşdîtin, dîwarên di navbêra Kanada û Meksîkayê were rakirin.
1994 – Zapatîstan ji ber pirsgirêka xwe ya neteweyî bi rêberiya Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (EZLN) li Meksîkayê dest bi têkoşîna azadiyê kirin.
1995 – Awistriya, Fînlandiya û Swêd tevlî Yekîtiya Ewropayê bûn.
1996 – « Yekîtiya Gumrûkê » a di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de kete meriyetê.
1998 – Îtalyayê biryara parastina mafên gelê kurd a di warê navneteweyî de wergirt.
1999 – Pereyê Ewropayê “euro” kete meriyetê de.
2002 – Bi kanûna derketina Zagona Medenî ya Tirk re, mêran di fermiyetê de reîstiya hundirê malê winda kir.
2005 – Şeş sifirên di pereyên tirkan de hatin rakirin û YTL kete merîyetê de.
2007 – Reqemên ISBN ji 10'an bûne 13.
|