1. ya ku ji bo formûle kirin û bersivdanê wê pirsê bê "çima mirov dike ku xwedî hêz û qudret bibe?", girîng e.
ji ber insên mehlûqatek sosyal e, di nav her cîvak û civîn de hiyerarşîyek heye. bêtirê, rastê jiyanê ew e ku kêsen di ser tebeqeya hiyerarşîyêdane her dem ji alîye cîvakê tê xelat kirin: cîvak ji van ra pesn didin û xwe dikin heyrana van. îcar, eşkereye ku ji bo bûyinê ser hiyerarşîyê jî hêz û qudret divê. wek nimûne, dema ku yek xwedîya holdingek be an jî ji dewletê de karek giring (wek baqantî) bigre, ew tê wê wateya ku ew xwedîya hêz û qudret e û ya wiha jî xwe li ser hiyerarşîye hildikişîne. bi kurtasî, ji ber ku rêya qayîl û taqdîr bûna mirov ya li alîya cîvakê ji serketîbûne hiyerarşîyê vedibe û ew yekê jî bi xwedî Hêz û qudret bûne mumkun dibe, em dikin ku xwedî hêz û qudret bibin.
ji bo eşkere kirinê naverokê; di filmê troy de xwerzê ya qralê troy, briseis, ji achillesê re dipirse:
- "tu çi li troyê dixwazi. te ne ji bo qraliçeyê troyê hatîye vir."
dûv re achillies bersivê keçkê dide:
- "ez vê yekê ku her meriv dixwaze, dixwazim: ez ê bi tenê bêtirê dixwazim."
xuyaye ku achillies bi xwe ji welatê xwe de şervanek bi nav û deng bû lê wî dixwest ku li troyê de jî şer bike, da ku xwedîya hêz û qudreta mezintir bibe; ya wiha, di tebaqeya hiyerarşî de serdikeve û bêguman teqdîra cîvakê digre...
not: min vê peyamê ji bo presentationa xwe ya dersê amade kirîbû û min dixwest ku li vir jî parve bikim.
|