Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 61 peyam
ehmed huseynî

ehmed huseynî

3. Vê êvarê, Ji min netirse! Çavên min ji boyî dîtina hinarkên te yên şermîn



Vê êvarê,

Ji min netirse!

Çavên min ji boyî dîtina hinarkên te yên şermîn,

Destên min ji boyî guvaştina destên te yên narîn,

Helbestên min ji boyî pesinandina rondikên te,

Giyanê min ji boyî parastina xewnên te

Û bîranînên min jî ji boyî ronîkirina zindanên te dijîn..

Ji min netirse!

Di ala te ya birîndar de,

Rengekî birîndar im,

Nayêm dîtin..

li ser devên sînorên te,

pasvanekî kuştî,

şervanekî evîndar im,

ji bo te dijîm,

lê bi tenê ji te bêpar im..



Vê sibehê,

Li ber dergehên te yên girtî,

Di dojeha stiranên te yên reşgirêdayî de,

Di xirecira navên te yên qedexe û kuştî de,

Di nav pêlên aziryayî yên dilê te de,

Di çurîskên giyankuj ên bêrîkirina te de,

Di neynikên reş ên bindestiya te de,

Li zaroktiya xwe digerim,

Di gel ku dizanim ez dê di nav destên te de bimirim,

Lê dîsa jî, Li dilovaniya goristanên te vedigerim!

Vê sibehê, Xewnên xwe li pey hev rêz dikim,

Sînga xwe li pêşberî hilatina te vedikim,

tîrên ronahiya te bi hibra xwînê himbêz dikim..

lêvên te bi pinpinîkên helbestekê dixemilînim,,

Karwanên evîna te di qublenameya çavên te de dilerizînim,

Tu şewata zimanê min î..

Tu bendemana ji kevir î

Tu neviya demsalên agir î

Tu sertac û naveroka êşa giyanê min î



Vê sibehê,

Tu Qamişloka min î,

Tu Hewlêra min î,

Tu Mehabad û Ameda min î,

Tu zemzem û kemenda min î,

Tu ayet û penda min î,

Di çavên min de tu neynûk î,

Sirûda min î, zêrîn çûk î..



Vê sibehê, Tu gernameya jiyana min î…

Tu pasvana xewna min î…

Girtîgeh î, hem sêdar î,

Hem wateya mana min î.



Vê sibehê,

Pirtûka çavên te vedikim,

Bi tirêjên rojê dişewitim,

Pirtûka dilê te vedikim

Di sirûdên êşê de diperpitim..

Pirtûka hişê te vedikim,

Bi kêrên bêrîkirinê birîndar dibim..



Vê sibehê,

Dixwazim çavên min birijin

Da ku pirtûkên bindestiya te nebînim..



Ehmedê Huseynî



07.01.2014 16:35 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehmedê hapo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî