3. mîra bihar e
Mîra bihar e li binê vê beriyê şêra bihar e li binê ve beriyê
Teyê heşîn dike kûlîlûka pîjyana mala bavê xweyî şewitî
Na wile reş tehliyê malê me wê danîne li ber kelekê li ber gemiyê
Derbasbûne Xendek û Cirehiyê na wile çemê Zihêriyê
Malxwê banî dike kevaniyê
Tûyî dagre çeltekê diyariyê, em ê nêriya qentar bikin berana bidine pêşiyê
Em ê biçine serdana mîrê kurmançiyê
Belkî berdê lawkê min rebena Xwedê, bê bibe şivanê pezikê dûşaniyê
Lo lo lo heyla li te jarê
Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e
Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê
Mîra bihar e, dilikê min bi hezêze, şêra bihar e dilikê min bi hezêze
Kerî û kervanê li Banê Xanê ziravka Hoserê bûne rêz bi rêz e
Kesekê li ser dewr û zemana neditiye mîr û hakim bigrine kere şivanê li peşya pêze
Heyla li min jarê heyla li te jarê
Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e
Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê
Mîra bahar e dilikê min bihane şêra bahar e dilikê min bihane lo lo lo
Bila Xwedê avaneke Cizîra Botan e neyê li têde sêxê mane ne melane
Neyê têde keşe mane ne metrane
Neyê têde mane cot meelmên van cuhiyane
Ezê biçim belkî berdin, bê bibe şivanê va pezane
Heyla li min jarê heyla li te jarê
Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e
Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê
...
…
…
Berhevkar: Mihyedîn DUYMAK
|