Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
kurmancî

kurmancî

13. Ne zarave ye, zimanekî serbixwe ye. Bi gotineke din yek ji zimanên kurdan e. ev e nêzî du hezar salan e ku miletê kurd bi awayekî demdirêj li herêmekê nebûye desthilat an jî nebûye serbixwe, ji ber vê hindê pergaleke perwedehî ya birêkûpêk li hev nehatiye û qadeke pêşketin û pêşveçûnê di zanista xwemalî de lênebûye lewma nasandina kurdan û zimanên kurdî hema bêje bi temamî ji aliyê wan kesan ve hatiye kirin ku ji miletên hember-kurd in an jî ji wan miletan in ku xwestine kurdistanê ji bo menfîetên xwe dagir bikin û ev yek hiştiye ku qada kurd û kurdî û kurdistanê tim bê manipulekirin. ewçend ku merheleya vê manîpulekirinê êdî gihîştiye merhaleya xwebixwe manîpulekirin û xwebixwe şaşnaskirinê. formul gellek beraqil e û basît e. miletek heye, bi henekên xwe, bi rengên xwe, bi çanda xwe, bi fazîletên xwe, bi kêmasiyên xwe, bi çîrokên xwe û bi ruhê xwe yek e lê bi zimanên xwe ne yek e. Wekî, germenan(îngilîz, elman), wekî silavan(rûs, polonya, yûkreyn), wekî latînan(fransa, îtalya, spanya), wekî tirkan... berî ku çaryeka diduyan a sedsala 21em bi dawî bibe, wê ev mesele jî safî bibe. ji aliyên zimannasên heqîqî ve wê kurmancî, zazakî, soranî, goranî wekî zimanên serbixwe bên qebûlkirin. ferqa di navbera soranî û kurmancî wekî ferqa elmanî û îngilizî ye, him bi denganiya xwe him bi rêzimana xwe. ji ber van pênasekirin û binavkirinên şaş û an jî niyetxirab, kurmancî weke kurdî hat qebûlkirin û kurmanc jî wekî kurd hatin qebûlkirin. ev yek jî bi xwe re qadeke din a manîpulekirinê vekir û tê îdîakirin ku zaza ne kurd in. mixabin hinek zaza jî gava xwe didin naskirin ferq dixin nava kurdbûn û zazabûnê. a rast kurd navê komê tev e, ne navê koma kurmancan e. meseleyek din a muhîm jî ew e ku di vê sedsalê de çi ji nezanî û çi jî ji kompleksên din, kurmancî bi peyvên kêrnehatî yên soranî hat tijekirin. gellek caran meriv lê hay dibe ku bi dehan varyantên peyvekî hene û dîsa jî diçin ji soranî peyvan derbasî kurmancî dikin. di serî de meriv dikare bêje ku denaganiya soranî qet li kurmancî nayê û di serde jî peyvên ku derbasî kurmancî tên kirin ji bo kurmancan û ji bo kurmancî nenas in, bêruh in. bi gotineke din ha te peyveke nenas û bêruh a soranî anî xist kurmancî ha te peyveke îngilîzî anî xist kurmancî, ferq tune. bi vî awayî berî ku berê xwe bidin kurmancî û bêyî ku li ser çêkirina peyvên organîk bifikirin, kurmancî bi peyvên eletewş û bêruh û dengtehl tijekirin. herwekî serok, berawird, belam, pênûs, netewe, mamoste, pêwîst, derbar, dubare, berjewendî... di kurmancî de paşgira -ok maneyeke xwe ya negatîf heye û nabe ku meriv ji bo peyvên failî bi kar bîne. em bi kurmancî dibêjin, xweşkok, evdalok, hêsîrok, rezîlok, qeşmerok, zarok, rebenok... îcar ez nizanim bi çi aqilî û kê anî vê peyva hetikber a serok xist belaya serê kurmancî. rastiya wê gelek basît e û "serek" e. mesela peyva "berawird" (miqayese) tê bêjî qey ev du hezar sal e ku kurmanc nikarin du tiştan "bidin ber hev" û "miqayeseya" wan bikin. ev du hezar sal e ku kurmanc ji vî aliyî ve lal bûn loma hewcehiya wan bi peyva berawird çêbû. hevber, hevberî, hevberkirin û miqayese jixwe di kurmancî de hene, tu hewcehî bi berawird tune ku jixwe soranan jî ev peyv ji farisî deyn kiriye. "pêwîst" jî wisa ye, di kurmancî hewce heye, lazim heye, divêtî heye, vê dawiyê -peyveke ku qet ne lazim bû- pêdivî jî çêkirin lê di ser re çûne "pêwîst"a bêruh jî anîne xistine kurmancî. denganiya peyvên erebî ji yên soranî bêtir li kurmancî tê û di ser halan de jî peyvên erebî di civakê de êdî cihê xwe girtine. "menfîet" ji "berjewendiyê", "lazim" ji "pêwîstê", "hevberî" û "miqayese" ji "berawirdê" "milet" ji "netewe"yê, "tekrar/vecar/dîsa" ji "dubareyê" çêtir e û sed car çêtir e. ji nîvî zêdetir farisî bi gotinên erebî dagirtiye û ev ji bo wan nabe mesele, îngilîz û franzisî û elmanî bi peyvên latînî dagirtiye û ev ji bo wan jî nabe mesele lê ser û binî çend peyvên erebî hene di kurmancî de û me dil heye em wan jî bi nezaniyeke gundîkî wan ji zimanê xwe biqewirînin. (ev peyvên erebî yên di kurmancî de ewqas hindik in ku meriv nikare qiyasa wan a tirkî û farisî bike, di farisî de sed peyvên erebî hebin belkî di kurmancî de yek e, di tirkî 50 be, di kurmancî de yek e) welhasil a dawî kurmancî ne ew zevî ye ku meriv tê de kompleksên xwe şîn bike. eger hewcehiya kurmancî bi peyvekê an jî bi tiştekî din çêbû, hewce ye ewwilî meriv berê xwe bide kurmancî, bêguman hingê meriv wê bi dehan varyant bibîne. divê kurmancî bi ruhê xwe yê organîk bikemmile û bigihîje. helbet ez ne li hember wê yekê me ku peyvên biyanî bikevin kurmancî, ez li hember peyvên nehewce û kêrnehatî me. peyvên ku bîhna kompleksa soranîheziyê ji wan tê. wekî din helbet wê kurmancî jî wekî her zimanî peyvên ku hewcehiya wê bi wan çêdibe, wê bigre û li xwe zêde bike.



23 roj berê 21:45 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
cemile dinçer [2]
Stranbêjeke bi stranên hunermendên me navdar bûye lê ji tirsa q*na xwe...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
A ku ez bi kar tînim û jê razî me ya samî tan e. Bi awayekî berfireh û...
sîdar ferîd [1]
min ew bi strana xemik talane nas kir. dengê wî jî cuda ye û e...
hevalnav [1]
(bnr: rengdêr) e. piştî ku hin zimannasên kurmanciyê ji soraniyê re bê...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmancî axaftina afrîkayîyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî