Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurmancî] de;

10. Zaravayê kurdî yê ku li bakûrê kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçe ye. Ji ber zimanê serdest ketiye hemû kar û xebatên kurda û bi her hawê xwe di nava wê de ye, bişaftin bi lezeke dijwar didome. Çi ciwan çi kal be hemû kes di vê nêvenga bişaftinê de tê bişaftin.

Berê(4-5 sal ) jî bişaftin hebû lê ne weke niha bi hêz û xurt bû. An ev hêz û xurtbûn hêj nû gihaştiye navçeya me. Peyvên romî diketin nava kurdî lê hinekî li gor rêzimana kurdî û qertafên wê dihate guhertin lê êdî ne peyv tenê biwêj, qalib, gotinê pêşiya, replîkên fîlma, gotinên siyasetmedaran, nivîsên derûbera weke xwe, bê guhertin tê bikar anîn. Tu peyvê nû li kurdî nayê wergerandin. Peyvên hene nayên bikar anîn.

Ciwanên kurd êdî xwe bi zimanê zikmakî nikarin rave bikin. Bi zimanê xwe nikarin gotinên kompleks û dirêj di serê hev xin. ji bo wan hevokan xwe diavêjin tirkî û paşê dîsa li kurdî vedigerin.

Kar û xebat bi kurdî nayê kirin. Li înşaata, li dikana, li hemû kargeha bi kurdî kar nayê kirin. Li van dera bikar anîna kurdî weke nezaniyê tê dîtin. Li gor muşteriya heçiyê bi romî baxive hostetir û zanatir e.

Li nêvenga ciwana yekî ku bi romî daxive yê derdora xwe jî xera dike. Kesekî ku bi wê romîka ( gelîsen, îyîsen ) daxive, ciwanên derdora wî dilê xwe dibijêne wê romîkê. Ji bo yek kesî deh kes bi romî diaxive.

Navê dikan, kargeh û firoşkera bi romî ne. Navê alavên tê firotan îngîlîsiya hatiye romîkirin e. Navên hene jî nayên bikar anîn. Hejmarên kurdî û rengê kurdî nayê bikar anîn.

Hingî di nava nêvengek awha de me, ewqas bi kurdî dixwînim û dinivîsim jî car caran peyvên kurdî nayên bîra min. Bi kurdî nikarim bifikirim.

Ji bo parastina zimên çi dikarin bên kirin:

- dema çûn kargehekî bi kurdî biaxivin. Tiştê ji we re lazim, bi kurdî bixwazin. Heke bi romî bersiv dan jî hûn dîsa bi kurdî bidomînin û fedî mekin. Ji ber yê ku divê şerm bikin ew kes bixwe ne. Ev der welatê kurda ye, zimanê wê divê kurdî be.

-yekî ji we re bi romî pirs kir an tarîfa navnîşanekî xwest, bi kurdî bersiv bidin. Heke bi kurdî nizanibe, hûn jî bi romî nizanin.

-di tv yê de cartonên (xêzefîlm) kurdî ji birazê, xwarzê, bira û xwişkê xwe yê zarok re vekin. Hûn çûn kîjan malê( yê mervê we) frekansa zarok tv li tv ya wan bar bikin û pêşniyarî wan bikin.

-Li bihîstoka xwe klavyeya kurdî saz bikin û hemû peyamên xwe yê tora civakî bi kurdî binivîsin. Û bi hevalê xwe re kurdî binivîsin.

- dema kesekî wateya peyvekî an tiştekî pirsî bersiva wê bi kurdî bidin. Wergera wê ya bi romî nebêjin. Hewl bidin ku wê peyvê bi kurdî rave bikin.

- stranên romî guhdar nekin. Melodiya bihîstoka xwe bikin straneke kurdî. Ji ber stran ji mirovan re dibin bîranîn. Çiqas bîranînên mirov bi kurdî be û romî kêm be, ewqas heşê mirov bi kurdî dixebite.

- nav û bernava bi kurdî li xelkê bikin. Heke hûn di neqeba xwe de hinekan dişibînin hineka bi kurdî bişibînin û naveke kurdî lê bikin.weke mînak, dema yekî tiştekî beredayî kir. Ji dêlava ku hûn wî bişibênin revep îvedîk, wî bişibînin serbang emrah*

-dema kesekî bi kurdî dizane, bi we re romî axivî pê re bixeyidin û gazina jê bikin. Bikin ku kes newêribe bi were zimanê biyanî an romî baxive.


Niha ev hatin bîra min. Ev tiştên min rêz kir hemû hêsanin lê girîng in. Pêk anîna hemûyan pêkan e, ne zehmet e.



10.06.2020 01:05 | tîrêj zana 21

8. Zaravaya kurdî ya bingehîn e
Ne ji bo bilindkirina zaravayekî dibêjim lê tekanê zaravayê kurdîye ango kurdî ji xwe kurmancîye

Li gor min ev zaravayên din ji kurmancî zêde bûne

Wek soranî ji xwe jêre tê gotin kurmancîya xwarê
Di têbinîya min de eşîrên kurdan yên durî navenda kurdistanê bûne ji ber qût bûna têkilîyê bi lêvkirina peyvan de hindek gûherîn çêbûne û piştî salan bûye wek zaravayekê


(bnr: hişmendîyên ji ber pizîyê ve dertên)



31.01.2020 02:00 ~21:54 | tîrêj zana 21