Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 56 peyam
pêşniyara rêya hînbûna îngilîzî bo xortan

pêşniyara rêya hînbûna îngilîzî bo xortan

2. heta niha ez sê ziman, kurdî û îngilîzkî jî tê de, xwe bi xwe hîn bûm. ji ber ku min vê mijarê dît min xwest çend tiştan binivîsim ji bo ku xwendevanên kurdî jî jê sûdê werbigrin.

pêşniyara min a sereke ji bo jiberkirina peyvan e. tu carî vê xeletiyê nekin. jiberkirina peyvan di destpêkê de tê bîra her kesî lê qet fêdeya wê tune ye. şûna wê ji xwe ra metnekî bibînin û heman metnî ji bo heft rojan bixwînin. heman demê de peyvên ku hûn nizanin çi bin hemûyan derxînin û wateyên wan li ser wî kaxizî an jî li derekî din binivîsin. eger hûn heman metnî her roj herî kêm 2-3 caran bixwînin piştî heft rojan hûn ê bibînin ku hem kontekst tê fahmkirin hem jî peyvên ku hûn bi vî rêbazî hîn dibin zû bi zû ji bîra we naçe.

ya 2'an ji bo guhdarîkirinê ye. ji xwe ra podcastekî bibînin û dîsa herî kêm bo 7 rojan wê podcastê guhdarî bikin. bi demê re hûn ê bibînin ku hem fahmkirina wî hêsantir dibe hem jî peyvên ku di wê podcastê de tên gotin di zûtirîn demê de tên elimandin. dû re hûn dikarin derbasî beşeka din bibin.

ya 3'an ji bo xwendinê ye. hûn çiqasî bixwînin ewqas hêsantir dibe fêrbûna rêziman û qaliban. ji xeynî wî, gava meriv tiştekî bixwîne meriv zorê dide mêjiyê xwe ji bo ku bêhtir bi wî zimanî bifikire.

ya 4'an ji bo nivîsandinê ye. ger ji we tê her roj tiştekî binivîsin. eger kesekî ku dikare kontrol bike hebe jê ra bişînin û di ser xeletiyên xwe ra biçin. ger hûn karibin ji xwe ra penpalekî peyda bikin wê gelekî baş bibe.

ev pêşniyarên min ne tenê ji bo îngilîzkî ye. hûn dikarin ji bo hemû zimanan heman metodan bi kar bînin.



10.10.2023 17:00 | kurê xelkê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyara rêya hînbûna îngilîzî bo xortan
» rêya berbijor re
» hînbûna mirinê
» îngilîzî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî