16. Mirovê ku ji ber kîna nijadperestan hatî kuştinê. Lê ne mirina wî, doza dadweriya ku beriya mirina wî hatibû vekirin û heta ji bo wê sedemê mir pirr balkêş e û hewceye li fakûlteyên hiqûqê ev bûyer wek mînakekî bidin nîşan. Ji ber ku gotina ku ser doza dadwerî hatî vekirin raste rast hemberî sedema cezayê hildayî û sedema kuştina wî ye. Gotina wî wiha ye: xwîna pakî ku dewsa xwîna qirêjê ji tirkan herikî, li damarê esîlê ku ermenî bi ermenîstan re avake de heye. Dema rojnamevanên nasyonalîst û nijadperest evan gotina anîn ser nivîsên xwe (ne carek ne du car, heta mirina wî wiha domiye) netewperwer û nijadperestên tirk zehf hêrs bûn. Pişt re doza dadwerî hat wekirin 6 meh ceza hilda (dadgerên dozê guh nedan pisporê dadgehî bixwe û rapora ku hatî nivîsandin nedan ber çavan) lê mesele cezayê hildayî nîne, mesele roj bi roj hedef nîşan kirina wî ye û ji ber vê suîqest lê hat kirin, yek sedemên hedefê jî biryara dadgehê ye ku bê sûc ceza dan. Jixwe gotina wî hemû nedane, ger hemû were xwendin ev gotina wî ne ji bo nefreta wî ya tirka ne, heta dijî nefretê ye ku dibêje ev xwîneke qirêje û hewceye xwîneke pak were dewsê ew jî bi damarê ku ermenî bi ermenîstan re avake de hebe. Lê kesî guh neda gotinê wî, heta kujerê wî ogün samast piştî çend salan got çiqas sucê min hebe hew qas jî sûcê ew rojnamevanên ku hrant dink ji civakê re hedef nîşan dayî jî heye ji ber ku min çawa ev gotin bihîst ev wek dijûnek ji min re hat, min nizanibû. |
|
13.07.2022 00:54 ~10:21 |
pêşewa
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |