Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
30.10.2020 erdheja li îzmîrê

30.10.2020 erdheja li îzmîrê

6. Erdheja ku bûye sedema her kesek di çîroka xwe ya watsap û înstagramê de " geçmiş olsun izmir"(derbasî be îzmîr) binivîse. Yê nizanibe dê bêje temamê îzmîr li çîrokên van mirovan dinehêrin û dibînin, lê ya rast ji çend kesên meriv û hevalên wan yê ji kurdistanê pêve kesek nabîne. Ger hûn bêjin " çi pê hatiye yanê bila sersaxiyê li wan bide" ezê jî bêjim "nexwe dema erdhej li çi devera gerdûnê çêbû bila heman tiştî bikin"

Di eslê xwe de sedema vê yekê xwe kêmdîtin û hesibandina ji tirkiyê ye. Wekî din jî popûlîzm e. Lewra dibînim kesên ku nivîsîn û xwendina wan tune jî gotinan parve dikin. Lê ji aliyê din ve hêla tirk kurdistanê tune dihesibînin û parçeyek ji axa tirkiyê dibînin jî dîsa dema bobaletek li serê kurda tê kêfxweş dibin. Ev yek xwe di erdheja wanê de jî berbiçav kir. Heya ku yên keviran xistibûn hundirê qutiyan û weke alîkarî ji wanê re şandibûn. Di qutiyê de ev nîşe hebû " wan kevirên we diavêtin polêsa niha jî bixwin û hêviyê ji vê dewletê mekin!" Heman rewş di erdheja xarpêtê de jî derket holê. Roja erdhej çêbibû di googleyê de herî pir gotina " elazığ kürt mü" ( xarpêt kurd e) hatibû lêgerîn.

Lê tu carî em nabin weke wan û bi mirina kesên bêsûc kêfxweş nabin. Heçiyê rehmet kirine, ruhê wan şad be û yên mayî serê wan sax be! Derbasî be!



30.10.2020 23:14 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» 30.10.2020 erdheja li îzmîrê
» erdheja nepal e

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî