Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 22 peyam
farqîn

farqîn

11. Her çiqas di derbarê avakirina bajarê Farqînê de hin texmîn û dîtin hebin jî, di rastiya xwe de baş nayê zanîn ku ev bajar kengî û ji aliyê kîjan qewmî ve hatiye avakirin. Li gor çavkaniyekê, Farqîn di dema asûriyan de hatiye avakirin û mîna Miferket an Mifirkert hatiye bi navkirin. Li gor efsaneyekê jî, bajar di dema urartuyan de ji aliyê Marusu Layuta ve hatiye avakirin. Îdîayeke din jî ku ev bajar ji aliyê dewleta Tîgran ve hatiye avakirin û yek ji bajarên herî mezin û girîng a dema helenîstîkî bûye û navê bajêr Kerta bûye. Dewleta Tîgran a ermeniyan beriya zayinê di sala 77'an de hatiye avakirin. Li gor Moltke jî, bajarê bi navê Tîgranokerta ku ji aliyê Tîgranê Mezin ve beriya zayinê di salên 80'yî de hatiye avakirin û Meyafarqîn heman bajar e. Ev bajarê bi navê Tîgranokerta cara yekem ji aliyê kumandarê romayî Lukulus (Lucullus) ve, paşê jî di dema kumandarê Neron, Korbulo (Corbulo, 7-67 p.z.) ve tê dagîrkirin û bajar heta dawiya sedsala VII an jî girîngiya xwe diparêze. Li gor dîrokzan Ibn el-Ezreqê Farqînî jî, piştî şerê navbera romî û sasaniyan (387 p.z.) pîskoposekî farqînî bi navê Mar Maruthan, bi destûra împeratorê Bîzansê û hukumdarê Îranê Yezdîgirt, şehîdên xiristiyan li vê herêmê vedişêre û bajarek li ser ava dike û navê Martyropolis (anku, Bajarê Şehîdan) lê dike. Bajar, di sedsala VIan de, yek ji wargehên leşgerî yên herî girîng ê împeratorê bîzansî Justinianus bûye.

Di serdema îslamiyetê de, bajar cara yekem ji aliyê kumandarên Xelîfe Omer Îyaz bin Ganem ve hatiye girtin. Di wê demê de bajar bi navê Meyafarqîn hatiye bi navkirin.

Paşê bajar ketiye destê hemdanî, biweyhî û merwaniyan.



06.10.2013 14:17 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
sendroma kleine-levinî [1]
Ew sendrom bi xewa zêde(hîpersomnîa) tê zanîn. Xewa zêde ne wek xewa m...
rêkutan [1]
Min çawa sernivîsê dîtt min got qey simurg56 ji bo dermana bi navê (vb...
siwar hatin peya çûn [9]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
belki ev jî bala te bikişînin
» farqîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî