18. Edeteke ne baş e.
Ev edet dişibe xewê, Bênin bîra xwe hûn di nava rojê de bi çi qasî razên ewqas zêde xewa we tê, hûn dibin gêj. Wek ku bi rojan hûn raneketîbin. Telefon jî wisa ye tu bi çi qasî pê re mijûl bibî demeke şûnde ev saetên te yên mijûlîyê roj bi roj zêde dibin.
Ji vir çar pênc meh berê min got di têlefona min de çend sepan hebin ezê jê bibim. Min wisa kir min hemî sepanên ku pê re mijûl dibûm jê birin. Bawer bikin di nava du mehan de min bi qasî 25 kitêb xwendin. Law min got ev telefon her meh bi qasî 12 kitêb xisar li min xistiye. Axirî piştî kitêbeke rûsan hinekî ji xwendinê eciz bûm û dîsa min telefon girt destê xwe û dîsa wa ye Hama bêje du meh in min rûpelek jî pirtûk nexwendiye.
însanek ku mekanîzmaya wî ya otokontrolê qels be divê ji amûrên wek telefonê dûr be. Emrê me dihere em bi telefonê lê temaşe dikin.
Hindek jî dibêjin înternet bixwe nimetek e û bi rêya telefonê tu dikarî ji vê nîmetê sûd werbigrî lê ez bawer nakem. Çimkî agahî û zanînên ku meriv ji rêya telefon an kombersê fêr dibe, pirr zû ji bîr dike, mayînde nabe. Çimkî di înternetê de tu di nava saetekê de hezar tiştên ji hev cuda dixwînî. Ev têgeha lez'ê belayê serê bîr'a mirovan e. Mêjî gêj dibe û tiştan ji bîr dike. Çimkî tu mejiyê xwe hînî çi bikî ew jî wisa bersiva te dide. Tu Hama her tiştî dixwinî mejî jî digire lê ji bela lezê naxe bîr'a te. Loma lazim e em xwe nexapînin.
Pirtûk Heyat in.
Neyse min biryar e sibehê dîsa hemî sepanên wextkûj ên telefonê jê bibim hew dêhn û bala xwe bidim kitêb, fîlm û tirşikê.
|