Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 21 peyam
şahîn bekir soreklî

şahîn bekir soreklî

1. Şahînê Bekirê Soreklî nivîskar û rojnamevanek kurd e ku niha li Sydney, Australya dijî. Ew di sala 1946 an de li gundê Mezrê li devera Kobaniyê li welatê Sûrya (Kurdistana binxetê) hate dinê. Di sala 1968 ê li welatê Australya yê bi cih bû, û li zankoya Macquire wane xwend. Ji sala 1978 vir de, li wezareta perwerdeya dewleta New South Wales (Walesa Başûrê Nû) dixebte. Di sala 1979 de, bû be serokê yekemîn rêkxistiya Kurd li Australya û ji bo şeş salan ew rêkxistiyê bi rêve bir. Di nav salên 1982-1983 an de, bernameyek radyoyî ya hefteyî bi zimanê kurdî li ser radyoya SER FM diweşand. Ji sala 1985 vir de, birêveberê pişka Kurdiya Radyo ya SBS (Servîsa Weşanên Taybet) ya Australya ye. Heta niha gelek Kurte çîrok, gotar û helbestên wî li rojname û govarên kurdî de hatine weşandin.





Berhemên wî





Roja Dawîn ji Jiyana Mistê Kurê Salha Temo, Kurte çîrok, Govara Hêvî, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 1982.

Civata Pêxemberan, Kurte çîrok, Govara Hêvî, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 1983.

Azadbûna Mehmet Karataş, Roman, Enstîtuya Kurdî ya Berlînê, 1985.

Wendabûn, wergera The Lost Honour of Katharina Blum pirtûka nivîsera Elmanî Heinrich Boll, Verlag fuer Kultur und Wissenschaften, Bonn, 1987.

Em û Pirsa me, Komela Gotaran , Weşanên Bedirxan, Sydney, 1987.

Mehkemekirina Selahiddinê Eyûbî, Şano, Weşanên Haykurd, Stockholm, 1989.

Jana Heft Salan, Helbest, Enstîtuya Kurdî ya Birûkselê, 1990.

Namûsa Emo, Komela kurte çîrokan, Weşanên Haykurd, Stockholm, 1994.



21.09.2013 15:52 | elias

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
tirşik forûm [1]
silav gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz...
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3]
(bnr: gilik sipis missi) *...
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şahîn bekir soreklî
» bekir yıldız

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî