Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 21 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; xwedê mirov afirandiye an mirov xwedê afirandiye
peyamên çepikkirî

59712. Gelo tunebûna Xwedê dibe destûra kirina her tiştê? Hewla parastina hebûna xwe xwîn, giyan û aqilê jiyanê ye li cem her zindiyî. Haşifandina vê rastiya zelal, wek hemû berevajîkirinên din, dîsa bi mirovî re dikeve nava rasteqîniya hebûnê. Di rastiya xwe de jiyan bi lihevaliyanek hemû cûreyên jan û zewqê ve dîmenek ne mekanîk e peyda bûye di nav dilê xwerûtiya madeyê de û hêj ti aqilekî têbigihîje sirra vê peydabûnê peyda nebûye di nava vê peydabûnê de. Zindîtî ew çavkaniya hebûnê ye ku tenê dikare xwe bi xwe-xwarina xwe ve xwedî bike. Çimku xwereka her zindiyî dîsa heyînek din a zindî ye. Tenê di dema serjêkirina hin zindiyên pêşveketî de hesta şokbûnê dikare derbikeve holê li cem hin "zindiyan", wekî din bêyî hayjêhebûnê di her dana xwarina zindiyan de zindiyek e dihêt xwarin. Ger peydabûna zindîtiyê skandalek xwezayê nebe, û heke wek berhema Xwedêyek bihêt pejirandin, wî çaxî ev Xwedê xwerû sadîzmek zewq wergirtinê ye ji temaşekirina vê sahneya zindîtiyê di nava gerdûnê de. Lê ev tenê xwe-xapandina mirovan e bawerkirina bi hebûnek binav Xwedê! Çawa bi fikra pejirandina hebûna Xwedê re ev kiryarên li jorê ji holê ranebûne-ranabin û Xwedê pêşî li qewimîna van kiryaran negirtiye-nagire, wisa jî ji holê rabûn, yan jî destpêkirina van kiryaran ti eleqeyeke xwe bi fikra tunebûna Xwedê re nî ye. Berevajî vê yekê fikra hebûna Xweda hiştiye-dihêle ku kiryarên ziyandayina mirovan bi mirovan zêdetir û gurtir bibe, ji ber ku kesên qels, lawaz, bindest û bêhêz xwe bi gumana tolhildana li dinyayek din aş dikin, dixapînin. Ev xwe-xapandin e ku mirovan dibe felaketê. Ol mirovî di nava van guman û xwe-aşkirinan de dirizine, dinermijîne, ditevizîne û hînê serî tewandinê dike ji her cûre despotîzm û zorbetiyê re. Lê di jiholêrabûna gumana cîhana din de mirov ji van darinde û spartekan mehrûm dibe û mecbûr dibe li ser piyên xwe bisekine, mayîna li ser piyan meş e, pêşveçûn e, wêrekiya ketina bin berpirsyariya hebûna xwe ye.



29.06.2013 12:10 | simurg56