1. Di nav kurdan de adetekî ye ku di wextê qendîla mewlûdê de amadekirina xwarineke ziyafetdar û vexwendina mêvanan e. Dibêjin mala filano îro mewlûdê dane. |
|
13.01.2014 00:56 |
ceso
|
2. DI NAV KURDA DE NE TENÊ ROJA QENDÎLAN HEMA DILÊ WAN KENGÎ DIXWAZE WÊ ÇAXÊ TÊ DANÎN. WEKÎ ROJA ZAYÎNÊ, ZEWACÊ, JI BO DERD Û KULÊ WAN BELAV BIBE HWD... |
|
13.01.2014 10:38 |
biruya hayao miyazaki
|
3. ya ku li gel me ji bo pîrozkirinê û ji bo ku çavê kesî lê nekeve, piştî bûyerên xweş jî, tê kirin. |
|
13.01.2014 20:30 |
simurg56
|
4. KESÊN KU HESTIYARIYÊN WAN YÊN DÎNÎ HENE BI PIRRANÎ NAXWAZIN LI BER DAHOL Û ZIRNÊ DAWETÊ BIKIN JI BER WÊ JÎ TENÊ XWARINÊ DIDIN MÊHVANAN. jI VÊ RE JÎ DIBÊJIN MEWLÎD.. dI DAWETA MIN DE ME WeHA KIR.. jI BER KU BAVÊ MIN DI NAVA GEL DE XWEDÎ NAVEKÎ YE Û MELAYEKÊ NAVDAR E NEXWEST KU MILLET BÊJIN EV e FILAN MELAYÎ DI DAWETA KURÊ XWE DAHOL Û ZIRNÊ LÊ XISTIYE.. jI BER WÊ JÎ ME MEWLÎD DA.. |
|
13.01.2014 21:04 |
nan û av
|
5. bi xwe re mewlûd xwendinê jî tîne.. berê hema bêje mewlûda hemû nas û cîranan min dixwend, û ji xeynî xwarin û vexwarinên xweş, pereyek xweş jî jê li min dihesilî.. di ber mewlûdê re dema dem tê ser sehne û sekansa xwatirxwestina pêxemberê xwudê, tê bîra min çavê diya min şil dibûn.. |
|
07.06.2014 23:56 |
endazer
|
6. berê yek ji îbaadetan bû ku min herî zêde jê hezdikir. ji ber ku me kengê mewlûd bida, xwarin lehmecûn bû. =lehmecûn dan |
|
08.06.2014 11:18 |
simurg56
|
7. tişta ku kêrî têrkirina zikê feqîran nayê, lê kêrî têrkrina zikê dewlemendan tê ye. |
|
08.06.2014 13:43 |
nazim tolhildan
|
8. cihê îbadetên bingehîn girtiye û bêhtir bû ye şîva heval û dostan, |
|
08.06.2014 14:05 |
renas
|
9. em tirşikçî xweyê xwarina xwene çi jimeraye mewlûd çiye çi kese danasîna mewlûdan hat liser milê mesekinî qey. |
|
05.05.2015 19:08 |
shorbevan
|
10. Mewlûd dan profîla dîndarîya me Kurdan e. Mewlûd dan tiştekî şaş e bîdat e. |
|
06.05.2015 00:17 |
tîrejên rojê
|
11. Mewlûdên kurdî jî tê de hemî mewlûd di nav xwe de gelek şaşî dihewînin. Ji wan şaşiyan herî grîng jî şîrk e. |
|
30.01.2020 18:10 |
rûbar
|
|
|
31.01.2020 02:10 |
rûbar
|
13. Ji bo parastina çand û zimanê kurdî kiryareke hêja ye |
|
31.01.2020 02:14 |
tîrêj zana 21
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |