Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
selat û selam

selat û selam

1. Xweda û perîşteyên xwe li pêxember çi dikin xwedê ji me dixwaze ku em jî ewê li pêxember bikin.

Salat; piştgirî kirin e, alî kirin e.

Xweda û perîşteyên xwe alîkarî li pêxember dikin xwedê ji me re dibêje hûn jî alîkarî li pêxember bikin.

Xweda ji me ji bo pêxemberê xwe ji bo doza pêxemberê xwe piştgirî dixwaze. Ferman dike di ayeta 56emîn ya sûreta ahzabê de.

إِنَّ اللَّهَ وَمَلَائِكَتَهُ يُصَلُّونَ عَلَى النَّبِيِّ ۚ يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا صَلُّوا
عَلَيْهِ وَسَلِّمُوا تَسْلِيمًا

Înnallahe vemelaîketehû yusallûne `alennebîyy. ya eyyuhellezîne amenû sallû `aleyhî vesellîmû teslîma.

Bêguman Xweda û firîşteyên xwe li pêxember piştgirî(alîkarî) dikin; gelî ên bawerî anîne, hûn jî piştgirî(alîkarî) li pêxember bikin û bi xwespariyeke temam xwe bispêrin(rêberiya wî)!

(Ahzab,33:56)

lê em salat û selam li pêxember dikin ango dibêjin ey xwedayê me alîkarî li pêxemberê me bike, silava me bigihîne jê re. Ew ji me fedakarî dixwaze. Em dîsa alîkarî bi hêviya xwedê ve dihêlin. Li ayetê zelal e ku xweda jixwe piştgirî li pêxemberê xwe dike.

Yan jî tenê bi gotineke bi du'ayeke xwe jê rizgar dikin.

Lêbelê xweda li vir li ser rabêjê napeyivê, li ser kiryarê diaxivê. Pabendî we ku li pêxember bûyî bi fidakariyên we bê nîşan dan dibêje.

Ayeta li jor hercar kêm û çewt dihê ravekirin.
Selawat anîna ku gel diênin du'aya bi devkî ye. Selat û selama ku xwedê ji me dixwaze du'aya bi kirinê ye.

Yekî ku bixwaze dikare du'a li pêxemberê xwe, li dê û bavê xwe, li zarê xwe ... bike. Kes nikare bêje du'a li kesekî nekin.

Belam li hemberî ayeta li jor, wek pêk anîna fermana xwedê selawat anîn, tenê du'a kirin çewt e, kêm e. Çunke di vê ayetê da xweda dibêje alîkariyê bikin, piştgiriyê bidin, piştevaniyê bikin. Pirsgirêk li vê derê ye. Bi mebesta pêkanîna fermana xwedê selawat anîn tevgerîneke berovaji ya fermana xwedê ye. Ne bi zanebûnî jî bihê kirin wateyek wilo derdikeve rastê.

Bi rastî çu pirsgirêka min bi selawata yekî tinîne. Lê belê bizanin ku selat û selam fedakarî bo pêxember û xwe spartina bi dilsozî li hêjahiyên ku pêxember ragihandiye divêtîne.



31.01.2020 02:08 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» selat û selam
» selamo selo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî