Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 32 peyam
cimer - tirşik
cimer
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. saziya ku tu bibê qey ji bo gilîkirina peyam min ên ekşi-yê hatiye sazkirin.
(navenda têkildariyê ya serokkomariyê)



25.12.2023 23:13 | blabla

2. Ji bo civaknasên dixwazin li ser civaka Tirk lêkolînan bikin tijî materyal e. Ez li saziyekî dixebitim û rojê hema bêje bi dehan nameyên cîmerê ji min re tên. Kurd bi taybet jî kurdên li bajarên tirk dijîn dema ji derve an di otobûs, trên û metroyê de bila hay ji xwe û telefona xwe hebin. Ev çend car in cîmer bi xeletî peyamên divê ji egmê re bişîne ji saziya me re dişîne. Îro peyamek hat yek di trênê de ketiye hesabê xwe yê înstagramê û li vîdeoya Selahaddîn Demîrtaş nêrîye yê li cem rûniştî dizîka wêneyê wî û telefona wî girtiye û bi riya cîmerê seba wî dike.



26.12.2023 14:06 | endazer

3. hama bêje her meh, ji ber karê xwe yê dewletê bersiva dû sê heb ji wan didim.
taybetmendiyeke karekterîstîk a gilîkarên kurd ên cîmerê hene;
giş bi navê xwudê dest pê dikin. dûre
hinekî pesn û wesfên serokomarê t.c.'yê didin. dûre
hezkirin û dilpêketin ên xwe yên bo dewletê bi çend hevokan rêz dikin. dûre
hinekî şellafiyên xwe yên bo partiya desthilatdar dikin û didin xuyakirin ku dildar û dilsozekî qewî û qedîm î partiyê ne. dûre
giliyên xwe yên jihevketî û jirastiyêdûr tînin ziman û finish!

Tê bîra min yekî ji wan wisa dest bi gilîya xwe kiribû; ''xwudê afirînerê me ye, pêxember Mihemmed rêberê me ye û helbet serokomarê me yê biqîmet jî şopgirê xwudê û pêxember e û xalîfeyê rûzemînê cîhanê ye, xwudê hez bike rojekî ji rojan ewÊ wek xelifê, sancaqa xelîfetiyê jî di hemî cografyaya îslamê de bigerîne, amîn!''

not: henek an jî tinaz nakim tam wisa nivîsîbû. kurdên me yên gundî û nezan dibên qey rte bixwe hemî giliyan dixwîne û bi çi qasî lavayî û şellafî bikin, ewqas teqez û zû dê karê wan safî be...



03.01.2024 15:06 ~15:13 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
gotinên pêşiyan [1]
mala pîrê gora pîrê Tiştê çû nede dû Gîhayê hewşê tal e...
botantimes.com [2]
malpera nûçeyan e. Here lînkê xwerû kurdî ye. ...
gotinên pêşiyan [1]
Heçîyê nekir xeberê mezinan, lê tên şaxê bizinan. Çavê li derî, xwelî...
gotinên pêşiyan [3]
gotinên pêşiyan/145236 na, xelet e. Divê wusa be: mala êzidiyan nan bixwe, ma...
gotinên pêşiyan [1]
Mala cihû nan bixwe, mala fileh razê...
belki ev jî bala te bikişînin
» cimer

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî