Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cimer] de;

3. hama bêje her meh, ji ber karê xwe yê dewletê bersiva dû sê heb ji wan didim.
taybetmendiyeke karekterîstîk a gilîkarên kurd ên cîmerê hene;
giş bi navê xwudê dest pê dikin. dûre
hinekî pesn û wesfên serokomarê t.c.'yê didin. dûre
hezkirin û dilpêketin ên xwe yên bo dewletê bi çend hevokan rêz dikin. dûre
hinekî şellafiyên xwe yên bo partiya desthilatdar dikin û didin xuyakirin ku dildar û dilsozekî qewî û qedîm î partiyê ne. dûre
giliyên xwe yên jihevketî û jirastiyêdûr tînin ziman û finish!

Tê bîra min yekî ji wan wisa dest bi gilîya xwe kiribû; ''xwudê afirînerê me ye, pêxember Mihemmed rêberê me ye û helbet serokomarê me yê biqîmet jî şopgirê xwudê û pêxember e û xalîfeyê rûzemînê cîhanê ye, xwudê hez bike rojekî ji rojan ewÊ wek xelifê, sancaqa xelîfetiyê jî di hemî cografyaya îslamê de bigerîne, amîn!''

not: henek an jî tinaz nakim tam wisa nivîsîbû. kurdên me yên gundî û nezan dibên qey rte bixwe hemî giliyan dixwîne û bi çi qasî lavayî û şellafî bikin, ewqas teqez û zû dê karê wan safî be...



03.01.2024 15:06 ~15:13 | ferhenga şikestî