Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan - tirşik
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan

Navê mijarê ya ewil ev bû:di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryena
(5) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. pir kêm in.
lê li gorî min hin sedemên vê yekê hene.
mînak heya 15-20 sala jî piraniya Kurdan li gunda dijî û her wiha kar û berê wan ajaldarî û çandinî bû.
ê tu bike neke, xwarina wan jî ji van tişta PÊK dihat. di taştê tiştê heyî, mast, penîr, lorik, ŞÎr û hwd. bû.
di firavîn û şîvê de goşt bû. ji ber vê yekê jî tu nikarê bêje kesekî li gund were bibe vegan, mafê ajala jî heye ku bijîn.
wê henekê xwe bi te bikin, dibe ku nekin jî *

hûnê bêjin ma îro? ê welleh bersiva wê jî hûn bidin, yê gundî ez bûm, bila bajarî bersivê bidin *



02.05.2021 13:35 ~13:50 | merwano

2. Ku goşt nebe bila bimrim



02.05.2021 14:32 | azad517

3. ji ber ku em dikarin goşt bixwin, ne wekî t*rkan.



4 roj berê 19:34 | xemberzêr

4. Min qasî du salên xwe wek vejetaryen derbas kirin, lê dikarim bi dilrehetî bêjim ku tişteke beredayî ye ev şêwaza jiyanî. Belkû di aliyê wijdanî da başiyê wê hebin lê nexwarina goştî û berhemên ajalan bi tu awayî ne li gor fîzyolojîya mirovan e, wekî din jî jixwe dinyayeke vegan û vejetaryen pêkan nîn e çimkî eger tevahiya mirovan bi vê awayê bijîn xwarin têra mirovan nakin, dê zêdetir erdan ji bo berhemên çandiniyê bikar bînin ev yek jî dê bibe sedem ku qada jiyana ajalan kêm bibe. welhasilê kelamê pêkaniya vê şêwaza jiyanê tuneye. Xwarina ajalên dîtir û berhemên wan jî derehlaqî nîn e, em jî parçeyeke vê pergalê ne, me jî maf heye ku ajalên dîtir bixwin. Hişê me yê pêşketî li ber vê yekê astengî nîn e. Wek vejetaryeneke berê dê di demeke nêzîktirîn de biçim Îskenderekê li binê ûrê xwe bidim. Jdkdk



4 roj berê 21:27 ~21:28 | bayê xerbî

5. Li ber min vegan buyîn tiştekî luks e. Ji ber ku her tişt ne li gorî veganan hatiye dîzayn kirin. wexta ku mirov dixwaze bibe vegan tenê li devernan ew pêkan e. Tiştek li deverekê tenê karibe bi destê mirov bikeve biha dibe. Wexta mirov bi awayekî veganî xwarinan bixwe wî çaxî kêmasî jî li mirov peyda dibin. Lê dîsa jî li hember sektora niha sekneke sipehî ye. Mîsal hin jê hene wexta mirîşkek, hekek ji gund be ji destê gundî bixwe be dixwin lê ger bi destè sektorê derketibe piyasayê naxwin.
Ne tenê di nav kurdan de di nav her miletî de kêm in bi taybetî jî li rojhilata navîn



4 roj berê 00:03 ~00:04 | çaya germ

6. Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxwarin karekî beredayî ye. Em kurd bêçaretî û zilm û zorê baş dizanin. Em baş dizanin per û bask şikandina li hember dijminê xwe çiye, em baş dizanin girêdayîna dest û lingê me û biriqandina kêrek kalanî li ser qirika me tê çi maneyê, em baş dizanin qedera ku ne di dest me de be û kêfa dijmin çawa bixwaze emê weha bibin hîsekî çiloye. Hasilî kelamm mesele wijdan be divê kes bi qasê me rewşa ajalan nizanibe û fam neke.

Ku em werin ser fîzyolojiyê, ez karmendê tendurustiyê me û tim û tim li tehlîlê xwe yê xwînê dinêrim, çavê me ronî ji goştxwurekê tendurusttir im û xwe ji berê baştir hîs dikim. Niha ji aliyê çêkirina şîvan de jêhatîtir bûme. Û qam û qilafetê min jî di cihê xwe de ye. Min nebihistiye ku kesekê/î xwarin û vexwarina xwe kêm nekiribe û ji vegan û vejeteryanbûnê nexweş ketibe. Xwarina goşt tenê proteînê ku em karin yekser ji xwarinên din bigirin şûna wê diherin ji heywanên reben digirin e.

Heke ev çavbirçîtî bi me re hebe ew ne vejeteryanbûn û veganbûn wellahîl ezîm û bîllahîl kerim em bêjin emê devê xwe bidin ser hev û tiştekê nexwin û nevexwin jî dîsa dê ev dinya mezin û fereh têrî me neke. Heke hêncet erd û zeviyê dinyayê têrî me nake be ev tenê rêxweşkirina li ber kuştina heywanên bê sûc û bê guneh e.

Heke em parçeyek vê pergalê ne li ba me xwarina kerekê ji aliyê gurekê ve û xwarina însanekê ji aliyê gurekê ve tê eynî maneyê? Ango em hejmara mirovên ku her sal li efrîqayê ji aliyê şêran ve tê xwarin dizanin û heyf û gunehê xwe pê tînin, lê çi ji me re van şêran çend xezal û gakovî xwarine? Na xwişk û bira no na, dil qayîm û qayîl nabe, bila kes xwe nexapîne û arxayîn neke. Em candarên bi hiş û bi aqilê vê pergalê ne. Ma ne dîn û ol jî vê tiştê dibêje?

Heke em werin ser meseleya luksê, ev tişt jî tenê ezber û reşkirina vê fikra han e. Ez gundî û hejarek xwedê zikê xwe karim têr bikim hema herkesek kare xwe têr bike. Di malabata me de heta heywanek bi nexweşiyê neketa me nizanîbû goşt çiye, eydek erefatek neba û miletê qurban belav nekira me bi tehma goşt nizanîbû. De îja ev dan û bulxur û birinc û zerzewat û şînkayî qey ketine binê erdê ez heyran. Û welatê me jî her wextekê ji me re xwarinên cûr be cûr dibexşîne. Ji mêweyan bigire ta zerzewat û gihayan, ji êmîşan bigire ta tene û danên cûrbecûr ûhwd.

Hasilîkelam heke hûn sivikahîyê dikin û nikarin dest ji van zewqên xwe yên beredayî bikin û heta êvarê heywanê bê zar û ziman bi ser hev de dikujin ji xwe re li qul mulan negerin rastiya xwe bêjin. Vêca luks e, beredayîtiye, em jî di nava vê pergalê de ne, ne gorî fîzyoljiya însane, kurd çawa bêgoşt îdare bikin û kerafî. Bi kurt û kurmancî dev ji kuştina heywanan berdin, herin ji dê û bavê xwe bipirsin ka bê çendî xwarinên xweş hene bê goşt çêdibin li welatê me. Ew candarên bê sûc û guneh, bê zar û ziman berdin bila bijîn û hûn jî berê xwe bidin çol û çiyayan gîhayan bînin gîhayan.



3 roj berê 03:02 | rizgarm

7. Rizgarm hêrs bûye xwezil me nenivîsiya ;)

Veganî ji aliyê wijdanî ve dibe ku tiştekî rast be ez vê yekê qebûl dikim û ên ku vê yekê diparêzin dikime taca serê xwe.

Lê (girêdanka ku tiştên hatine gotî ber avê re dibe:((

Ji aliyê tenduristiyê heta tu bêje bes kêmasîyan çêdike ji ber ku veganî ne tenê sekna li hember xwarina goştê sor e. Mirîşk, masî, mast, penîr, hungiv, hêk.....

ku xoceyên min ne xapînok bin tiştekî wisa hînî me dikin: hin proteînên em ji berhemên heywanî distînin ku bi şinahiyan werin standin heman bandorê li ser laşê mirovî nakin. Yanê ez kêmasiya proteînên heywanî bi temametî nikarim ji giya û şînahiyan ji holê rakim.

Hin lêkolîn rêjeya kêmasiya b12'yê a di kesên vegan de zêde nîşan dide.
Kêmasiya b12ê bi jinên ducanî re derkeve hole ji bo bebekê gelekî bitalûke ye.




Ji bo luksê jî ez wisa bêjim;

Luks bo tiştên ku her kes nikare bigihîjiyê û/an biha ne tê bikar anîn qet nebe ez di wê maneyê de bikar tînim.

Ya bi rastî, ez ji taştêya xwe hêkê derênim ser de jî mast, penîr, hungiv û çi û ne çi derênim ez ê birçî bimînim (di wan şert û mercan de)

Min niha li ser înternetê lêgerîya û dît ku di dewsa wan tiştan de berhemên veganan hene. ji ber ku onlinê e ji çi ye nizanim lê zêde biha xuya dikin.


Welhasil veganî zor û zehmet xuya dike li gorî vejetaryanîyê. Vejetaryanî jî piçekî ecêb e. Ger ez bi mirina heywanekê biêşim divê ez li dijî îstîsmarkirina berhemên wê jî bim. Yanè çêleka ku tê serjêkirin ji xwe û halê xwe xilas dibe diçe ser dilovaniya xwe lê ya ku bo berhemên wê tê xwedî kirin bi salan di axuran û çîftlikan de jiyaneke bêwate derbas dike.



2 roj berê 14:56 ~21:01 | çaya germ


dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
Cinorek pirsiye ka em peyama ku tê de sixêf heye rakin an ranekin? Ez...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
Divê di nav saziyên Kurdan de serdanên bi vî rengî zêdetir bibin. Ger ...
orşîektomî [1]
bi neştergerîyê jêhilanîna testîsan e. ger her du testîs jî bên jêhila...
torsiyona testîsan [1]
ew rewşe ye ko gunik li dora xwe dizîvire û korda spermatîk di...
torsiyona testîsan [1]
Li skrotuma nexweş şewt û jana ku nexweş nikare xwe li berê bigire pey...
belki ev jî bala te bikişînin
» nav kurdî naverok tirkî
» kurdandin
» kêmasiya tirşikvanan
» vegannazîzîm

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî