Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 22 peyam
kesê ku instagram bi kar nayîne - tirşik
kesê ku instagram bi kar nayîne
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kesê ku êdî ji sextebûna jiyana mirovan aciz bûye ye û naxwaze wextê xwe bi derewînên tora civakî ra xerc bike. go mirov bi şiklekî xwe ji instagramê xilas bike piştre dor tê ya dî; twitter.



11.12.2020 21:54 | hueyn

2. Kesên ku dikarine xwe *
Divê ku ez instagramê jê rakim lê twittir ne bawer im



11.12.2020 21:57 ~21:59 | merwano

3. Yek ji wan ez im. Heke ji min re bibêjin cihekî bê qalîte, ji dûrî hiş û qeşmer ku der e bersiva min a pêşî wê Instagram be. hişê man naçe ku mirov çawa saetên xwe li wir derbas dikin. Ji bilî wê jî bo yên ku bi kar tînin re pêşnîyarek, rojên ku tirk dibêjin mîllî bayramlarê Instagramê bi kar neyînin. Hûn ê gelek aciz bibin.



11.12.2020 23:04 | yûsiv

4. ji xwe û ji jiyana xwe razîtir in.
çimkî bawerî pê tînim ku platformên wisa, ji bo jiyanek ferazî ya nas û hevalên xwe, hesûdîyê li mirov peyda dikin û wan dixin depresyonê.



12.12.2020 22:00 | simurg56

5. Min bi kar dianî lê rojek min li rapora aktîvbûnê nihêrî û min dît ku di rojekê de 4 saet û nîv ez ketime înstagramê. Hema di wê demê de min hesaba xwe girt.

Meriv 4 saet çima bikeve sepanekê û xêyn ji temaşekirina vîdeoyan bêtir tiştek neke? Bi rastî jî, piştî girtina înstagramê, min gelek karên xwe yên nîvcomayî temam kirin. Karê bêkaran e. Nelazim e.



12.12.2020 22:33 | qurreder

dengdanên dawîn (yên din..)
sendroma kleine-levinî [1]
Ew sendrom bi xewa zêde(hîpersomnîa) tê zanîn. Xewa zêde ne wek xewa m...
rêkutan [1]
Min çawa sernivîsê dîtt min got qey simurg56 ji bo dermana bi navê (vb...
siwar hatin peya çûn [9]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku goştê berazan dixwin
» instagram.com
» karîkatur

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî