Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 28 peyam
kurdên ku bê kurdî dijîn - tirşik
kurdên ku bê kurdî dijîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kurdên ku dixwazin bi kurdî bijîn lê mixabin metropol û bajarên din de nikarin zimanê xwe biaxivin.
Dibe ku hûn bibêjin ma hîç devdora te kurd nîne? Lê mixabin xeynê malbat û çend kesên din ti kes nîne.Ez bawer im kesa ku vî rewşê de ye ne ez tenê me.Hema bêje 10 salan zêdetir e li stenbolê me û jiyana min ewqas xebat , xwendekarî re derbas bûbe dûre çiqas jî mala malbata min li vir be jî mixabin derdor de kesên ku kurdî diaxivin ya nîne yan jî pirr kêm in.
Dibe ku jiyana min wisa be û dûr xelkê jiyana xwe didomînim lê dîsa jî nizanim li stenbolê derdoreke kurdî/kurdbûnê ku hebe mirov bi wan re wext derbas bike nabînim.Li kadikoya stenbolê de ronî , piya kafe û dibe çend derên din jî hebe lê rengên kurdî bi wan nakeve.
Welhasil tenêtiyek heye.dil dixwest ku civatek mezin û kurdî hebûya.



23.07.2020 22:23 | brzn

2. Du beş in. Yên ji vê rewşê memnûn û yên ji ber vê rewşê di tengasiyê de ne. Kurdên ji beşa ewil, ziman, welat, azadî û serxwebûn bo wan nayê tu wateyê. Ji rewşa xwe memnûn in û heya ku bo têkevin wê rewşê koçî bajarên tirka dikin. Yên beşa din jî gelemperî ji mecbûrî ji welêt dûr dikevin ji sedema kar an xwendinê û ji nêvenga kurdî dûr dimînin. Loma jî tim aciz in û li hêviya vegera welêt in.

Berê çend meha ez jî ji beşa duduyan bûm. Tenê bo karibim bi zimanê xwe baxivim li welatê xwe vegeriyam. Piştî ku hatim amedê gelekî xemgîn bûm. Ji ber ku zimanê lê digeriyam li wir jî nemabû. Herçî devê xwe vedike bi wî zimanê dagirkera devê xwe dilewitîne. Her kes bûye evîndarê celadê xwe û zimanê wî. Ji jinga li welêt vegeriya me, min bi çi kesî re vi tirkî neaxiviye. Yên bi tirkî bi min re daxivin bi kurdî bersiv didim. Heke yê tirkî daxive ji min biçûktir be, pêre dixeyidim û bi zorê kurdî pê didim axaftin. Yekî tirk ranabe bi kurdî naxive, vêca yê me çima ewqas nexweşê axaftina zimanê wan in? Wekî din ji xwe min stranê tirkî guhdar nekir, îja piştî ku wî ciwanê 20 salî yê ku ji ber stranê kurdî guhdar dikir, li enqereyê kuştin, min biryar da ku ezê tucar stranê wan li amûrên xwe bar nekim û guhdar jî nekim.



23.07.2020 23:54 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
Cinorek pirsiye ka em peyama ku tê de sixêf heye rakin an ranekin? Ez...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
Divê di nav saziyên Kurdan de serdanên bi vî rengî zêdetir bibin. Ger ...
orşîektomî [1]
bi neştergerîyê jêhilanîna testîsan e. ger her du testîs jî bên jêhila...
torsiyona testîsan [1]
ew rewşe ye ko gunik li dora xwe dizîvire û korda spermatîk di...
torsiyona testîsan [1]
Li skrotuma nexweş şewt û jana ku nexweş nikare xwe li berê bigire pey...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku naxwazin derbarê kurdbûnê de bibihîzin
» bêriyê
» kurdî zimanekî helbestî ye

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî