Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
mustafa gazî - tirşik
mustafa gazî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sala 1958 an li gundê şêxuliya jêrîn ya girê sor (sêwreg) a rihayê çavê xwe vekiriye. Di 1 saliya xwe de ji ber karê bavê xwe koçî amedê kirine. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Amedê xwend. Heta salê notî bi awayekî çalak di nav siyaseta kurd de cih girt . Piştî wê giranî da ser xebatê ziman, çandî û hunerî. Xebatê xwe yê tirkî zêdetir bi (bnr: tirkiya amedê) nivîsand û di heman katîde pirtûkê kurdî jî weşand. Di sala 2017 yan çûye ser dilovaniya xwe.
Pirtûkê weşandiye:


Dîyarbakir turkçesî (tirkiya amediyan)
Pirpirim
Ferheng
Gurzek ji zargotinê zarokan
Nifir û duayên kurdî
Baweriyên batil ên kurda
Komek stranên folklorîk ji devera silîvan, hewêl û batmanê
Komek stranên folklorîk ji devera silîvan, mûş, şirnex, xerzan û batmanê
Diyarbekir qabadayilarî delîlerî, pişo miheme
Helbestê wî yê bûne stran:
























15.05.2020 11:11 | rizgarm

2. Ferhenga wî baş e ku divê meriv weke çavkaniyekê bi kar bînî. Ne pir bibe jî hinek peyv bi şeklê nivîsandina herêmî di ferhengê de cih girtiye.
Gotinên seyr jî di ferhenga wî de cih girtiye.
wekî;
Kurmancko=gundîtî, gundewarî
Nofîcan be= noşîcan e.
Kîrxirîn,Xirê: orispî
Dermalok: yên ku heznekin ku li malê pir bimînin. Li mayîna malê heznekin.
Tirafûn= telefon
Xezte= rojname
Çavqûnde: fasiq, gunehkar

Cihê xwe’yê “xu” bi kar aniye.
Di dawiya ferhengê de gotiye ku rewşa “xwe” bi gelemperî ji holê rabûye. Lê bi min ne wisa ye.
Di dawiya ferhengê de Li gorî wî mînakên dema niha weha ye.
Ez dixum,
Tu dixu,
Ew dixu
Em dixun,
Hûn dixun,
Ew dixun
Dema niha çewt nivîsandiye. Ya rast weha ye.

Ez dixwim.
Tu dixwî
Ew dixwe
Em dixwin
Hûn dixwin
Ew dixwin

Li gorî ferhengê dema bê
Ezê bixum,
Tê bixu
Ewê bixu
Emê bixun
Hûnê bixun
Ewê bixun

Lê belê ya rast weha ye.
Ez ê bixwim
Tu yê bixwî
Ew ê bixwe
Em ê bixwin
Hûn ê bixwin
Ew ê bixwin
Nîşe: Cihê “ê”yê, “dê” an jî “wê” jî dibe.



30.12.2023 01:26 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» mustafa aydogan
» gazî kirina dê û bav de bi lêv kirinê cûda

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî