Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; zanîngeha kurdî ya online
peyamên çepikkirî

121586. Zanîngeha ku birêvebiriya wê inrahîm seydo dike.
Beriya 4 hefteyan destpekîr û wê du hefteyên din jî bidome. Bi tevahî 330 xwendekar hene bawerim. Ders li ser bernameya zommê çêdibin,
mamosteyê cûr bi cûr hene. hema bêjê her roj herî kêm dû ders hene. Gelek xwendekarên zanîngeha rojavayê hene.

Ders û Mamoste

michael chyet - Ferhengsazî û Zimannasî û Ferhenga Kurdî
michiel leezenberg - Felsefe - Wêjeya Klasîk
hashem ahmedzade - Wêjeya Kurdî, Wêjeya Modern û soranî
loqman guldivê - Wêjeya Gelêrî û Rêbazên Lêkolîna Zargotinê
ibrahîm seydo - Metodolojiya Zanistî û Zimannasiya Kurdî
abdilwehab xalid mûsa - Zimannasî û Fonetîk
xecê petekkaya - Zaravayê Zazakî
dawid yeşîlmen - Wêjeya Kurdî ya Modern (sedsala 21.)
yaqob tilermenî - Ziman û Wêje wek têgeh
jan ilhan kizilhan- Etnopsikolojî
engîn sustam - Sosyolojî: Dewlet û Şîddet
janroj yilmaz keleş - Medya û Civak
jaffer sheykholislami - Sosyolinguistik an zimannasî û civaknasî
xalid hisên - Helbest û Semiyolojiya Wêjeyê



08.06.2013 18:10 | endazer

121602. Zanîngeha online ku tenê kesên qeyda xwe kirine dikarin beşdar bibin.
Yanî heke ez li vir lînkê parve jî bikim Seydo destûr nade ku hûn bikevin salona dersê.
Lê meraq nekin, hemû ders tên qeyd kirin û wê hemû bên parve kirin.



08.06.2013 18:10 | endazer

121664. Mixabin ev zanîngeh piştî 10 rojan diqede :/
Lê belkî ya duyêm jî bê çêkirin



08.06.2013 18:10 | endazer