Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 56 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; dungeons and dragons
peyamên çepikkirî

114667. Dungeons & Dragons (Zindan û Ejderan bi gelemperî wek D&D an DnD tên kurtkirin) lîstikeke rolbaziyê ya sermase ya fantastîk, LRB, (role-playing game, RPG) ye. Bi eslê xwe ji alîyê Gary Gygax û Dave Arneson ve hat çêkirin. Cara yekemîn di sala 1974 de ji alîyê Tactical Study Rules, Inc. ve hat weşandin.

D&D destûrê dide her lîstikvan ku karakterê xwe biafirîne. Van karakteran di honaka xeyalî de dest bi tevgerên xeyalî dikin. Mîrê Zindanê, MZ, (Dungeon Master, DM) wekî serwer û çîrokbêjê ji lîstikê re rêberî dike, mekanê ku tê de macerayan pêkanîn saz dike, û rola nîştecihbûnan ji cîhana lîstikê dilîze. Karekter partiyek pêk tînin û bi nîştecihbûnên mekanê yên lîstikê û hevdu re têkilî datînin. Bi hev re pirsgirêkan çareser dikin, şer dikin, û xezînê û zanyarî berhev dikin. Di pêvajoyê de, ji bo ku payeyên xwe bilind bikin, karakter puanên serboriyên (experience points, XP) qezenc dikin û piştî çend lîstikên cuda ew gav bi gav bihêz dibin. D&D zarên çendrexî û jimarkirî ji bo bûyerên di lîstikê de çareser bikin bi kar tîne.
Here lînkê



06.06.2013 11:17 | filitto lawo