1. Şêrzad Hesen li bajarê Hewlêrê hatiye dinyayê. Di sala 1978an de zankoya Bexdayê ya ziman û edebiyata ingîlîzî qedandiye. Demekê li bajarê Silêmaniyê mamostetiya zimanê ingîlîzî kir. Şêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975–78an de di kovara Roşinbîryî Nwê ku li Bexdayê derdiket, belav kir. Di navbera salên 1978–82an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hewkarî de belav kirin û wek çîroknivîs bal kişand ser xwe û rexneyên baş wergirtin. |
|
07.09.2013 18:49 |
endazer
|
2. camêr çîrokên delal vedibÊje, herçiqas çend kes wî wek dijmînê jinan an jî wek kesekî ku li jinan mîna materyalekê dinêre bibînin jî, bi ya min bi karê xwe şareza û xoste ye.. |
|
17.11.2013 20:05 |
elomelo
|
3. Di roman an jî belkî çirokeke dirêj e jî nizanim "Jineke Xinanî" de behsa piyawekî Kurd dike ku dildikeve jineke ereb a bajarî de,piyaw li bazarê goşt difiroşe rojekî jinikê dibîne u êdi aql ji ser diçe. Ji behna goşt xwe,behna bazarê,behna jinên kurd heta ji behna xwe nefret dike. Ji bela vê evînê 5 diranên xwe jê dike,jina ereb diransaz e *. Wel-hasili kelam şerzad hesen qala mêrê Kurd dike * |
|
09.04.2015 15:57 |
pîremegrun
|
4. nivîskarê ku ji xelata nobelê ya wêjeyê ya 2023'yan re namzet hatî nîşankirin: |
|
07.05.2023 16:48 |
pêşewa
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |