Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 14 peyam
03.09.2017 li rojava perwerdehîya bi kurdî - tirşik
03.09.2017 li rojava perwerdehîya bi kurdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xebereka xêrê ye.

rêveberîya rojavayê kurdistanê biryar da ku êdî hemû perwerdehîya bajarên kurdan bibe kurdî. wek ku hûn jî dizanin. heta niha xebatên pêşxistina perwerdehîyê dewam dikirin. lê li dibistanên fermî hê jî perwerdehî li gor mifredata sûrî û bi erebî dihat dayîn. piştî vê biryarê êdî wê perwerdehî li hemû dibistanan kurdî be û tîpên latînî be.

ev pêngaveka mezin e.
-pêşî wê li xwepişaftinê bê girtin. êdî alfabeya ereb û kurda cuda ye.
-wekî din jî qadeka nû ji bo xwendina kurdî vebe, wê pirtûkên kurdî ji xwe re bazareka nipûnû bibîne.

nûçe: sputnik kurdî Here lînkê



03.09.2017 18:19 | xendekî

2. biryareke derengmayî ye.
pêdivî pê heye ku li ser perwerdehiya kurdî xebatên zexim û pir çalak werin çêkirin.

bi tîpên latînî zehv xaş bûye.
Xazika başûr jî derbasê tîpên latînî bûya.
piştî serxwebûnê hêvîya min a din ewe ku li başûr jî reformeke saxlem li ser perwerdehiyê çêbe.



05.09.2017 13:37 | bûtîmar

3. xeberek xweş e. bi taybetî derbasbûna alfabeya latînî wê gelek baş be. başûr jî hêdî hêdî derbas dibe. dema ew jî temam bû, dimîne rojhilat. yek ji kurdan ji hev dûr dixe û parçe dike jî, alfabe ye.



08.09.2017 20:45 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
bnr [2]
Heta niha kesî derbarê wê mîjarê ew heneka nekiriye. Ez bikim: (bnr: ...
hêvî (stran) [2]
Strana (bnr: Îbrahîm rojhilat) e. Sala 2008 da li albûma (vbnr: ji te ...
erling braut haaland [1]
Lîstikvanek fûtbolê ye. Berê li tîmên molde û (vbnr: dortmun...
belki ev jî bala te bikişînin
» 03.09.2017 li rojava perwerdehîya bi kurdî
» rojavayî
» perwerdehîya online
» kurdî de bikarneanîna navê allah

Kategoriyên mijarê:: ziman perwerdehi ziman perwerdehi ziman perwerdehi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî