Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
ferqa biwêj û gotinên pêşiyan - tirşik
ferqa biwêj û gotinên pêşiyan
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. min bala xwe dayê di tirşikê de û di derûdora min de gelek kes ferqa ewana nizanin û carinan tevlihev dikin. loma min xwest di vÊ peyamê de rave bikim bê ka ferqa wan çi ne...



-gotinên pêşiyan bi giştî bi hevokî ne ango ji hevokan pêk tên lê biwêj bi lêkerekê raderê pêk tîne

- biwêjan rewşekê radigihînin lê gotinên pêşiyan rewşekê ranagihînin

-di gotinên pêşiyan de şîret û tewsiye heye lê di biwêjan de tune ye

-wateya gotinên pêşiyan rast in ango reel in lê wateya biwêjan mecazî ne

mînak:

-gotina kevirê havînê biavêje kadînê gotineke pêşiyan e, bala xwe bidin; ji hevokekê pêk hatiye, têde şîretek heye û wateya wê jî rast e



- gotina guh dirêjkirin biwêjek e, rewşekê radigihîne( dema mariv bi baldarî guhdarîya yekî dike, ev rewşek e) bi lêkera kirinê bûye rader, têde tu şîret nîn e û mecazî ye ji ber ku guh dirêj nabe, qest jê guhdan e..



29.07.2016 11:46 | ferhenga şikestî

2. not: ji bela ku kurmancî hê baş standart nebûye dibe ku çend rewşên awarte hebin, lê bes bi giştî di hemî zimanan de ferqa wan heman in.



29.07.2016 11:47 | ferhenga şikestî

3. min nedixwest mijarê sabote bikim, lê di dilê min de kul e, kengî mijarên bi vî awayî behsa nûansên biçûk yên di nêvbera tiştên nêzikî hev de dikin ev karîkatûr tê bîra min; Here lînkê



29.07.2016 20:36 ~20:37 | endazer

4. firqa wan; biwêj jî gotinên pêşiyane lê gotinên pêşiyan hemû ne biwêjin *



30.07.2016 00:43 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferqa kolan û kuçeyan
» biwêjên îngîlîzî
» gotinên argo ên kurdî
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanbiwej zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî