Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; keştiya bayê
peyamên çepikkirî

90328. ev du roj ez hewl didim deşîfre bikim, vaye min deşîfre kir, lê dema min li vir mijar vekir, vaye gêjê beriya min mehekî deşîfre kiriye, ax aaxx, ez kor bûm kor. ez ê dîsa keda xwe parve bikim, hinekî çend peyvek cuda ye *



[Baldar Bin!!!!! ev helbesteke ku hêj timam nebûye, tenê di bernameya keçi yolu ji hêla helbestvanî ve hatiye xwendin, min jî ji ber dengê wî deşîfre kiriye û hêj çap jî nebûye, dema di pirtûkê de çap bû dibe ku ji vê cudatir be]



vîdyo:







Selîm Temo - Keştiya Bayê

ji welatê şînê ber bi cotmehê ve

baskên perpisandî bûn min çi sermiyan hebe

tu dihatî ji nav refa kewên brîndar

di çavên te de xweliya şev bayê xemê

di sînga min de bêhna bizirkên zarokatiyê ku

tu kes ne dermanê xwe bû

yek ji nişkê ve radibû

berçavka xwe dişkand

rûyê xwe dimerisand

asoyê li pişt kolanan veşartî

gazî dikir ji deşteke bê serî-binî dilîland

û ew bajarê bi zimanekê din honandî

qesta parsûyên min ên kêrkirî dikir

xizanî ku dînê evînê ye

li ber rawestgehan ji hev derdixist birû û bijangên me



tu dihatî

mîna tu kes ji tu kesî hez nekiribe

mîna tu kes ji tu kesî ji tu kesî

min hestekî dibeyitand

ku jê re bêjim evîn

mîna şimamokekî dardekirî xemgîn

kolanên enqerê tijî dibûn bi ezirgana te

û kefa destê min bi ramûsanên te

elewiyên şevê bûn em

qulingên demê bûn

me tu fikarek tunebû ji rojê

te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fireh

çerx û sema digeriya li dor porê te



kûrahiyek

avek

xewnerojek

û li şûna simbilên min bîranînên kitanî

çi dibêjin

belkî tiştekî nabêjin

bo xortaniya min a bi du zermemikên te xwîdayî.

ji bo xatirê qehweyan û parkan

here bibîne ew jûrepênûsa min beriqî

bibîne ku çi miriyekî çeleng bûm

teliyayî li ber tîrên qewrebozan.

qîzînên li ser dev raket

bûlvarên sterîl

kevnefeodalîteya li ber şevê ketî

şaşiya bi kêrnehavînekê re paldayî

ku eşq jiyan bû bo min lê telefat li cem te.



niha çi bikim

çavikek li dolebeke şkestî nayê

dûkela çermê te li ser lêvan

êvar bihesibîne çûyînên ewran

berê min her li ku be

bêje: "çûyîn çi peyveke dirêj e..."

bêje: "tûşî tiştan bûm

bi gelek tiştan dizanim

gelek cemidîm piştî xewnê"

birikeke demode

di orkestraya qelebalixê de

kemaneke ji hedê xwe derketî

lê ax nîn e ji du paket zêde min ebayek

bi min re diaxive

şûna birîna min jî.



navê min bibihîse

gava dergistiyan demê dizîn bi navranên xwe yên qurifokî

bizanibe dilê min bar e li ser dilê min

ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin

te ji hemû şibakan li min dinihêrî

min birînek bi bîr dianî nizanim di singa kê de.

ketîbûm neêşîne siya çûkên êşiyayî jî

min xerîbiya xwe dikir li quncê demê.

ne hatina şevê bûm ez

ne sohtina gulê bûm

mehrûm û qewirî ji paxila derfetekî.



ji şerbikên çembilşkestî diçûrisî olana şevê

straneke zîz li pey trênê dixulxulî

weke yekê sebra xwe bi aşkirinê nayne qurre bûm

axx çûyîn çiqas limin tê.



li pey şopa dewrêşên hevçerx

dibînim ku têr ax ji xortaniya min a seridî

ji qulingên malên tarî,

ji kûjîlekên qeşemgirtî hatim bi ser şanikên te ve.

tu dizanî ey evîn

çawa li destê te dipirsî peyvên ji kevnedestanan pengizî

bayê geliyên dûr li ser eniya min dileyîst

dizûriya leylana asoyeke gilover

li dora min hevalê kuştî û dayox

ax ku kurdînî nifirê sedsala zikreş bû êdî



ka bêje çi bû ya ji lêvên te nabare

ma min jî evînek nebe

piştî saxmayînekî

xayîs xeterok û dilmayî me

nizanim çi me li kolanên gewr ên bajarên radayî

ma di dilê çûkekî de tiştên te nedayî min

ku dilekî sar û ava li hevraza aşekî bûn

nîvco me

neyarê xwe me

li pey şopa xwe me ku ji xwîna şerikî dinasim

di pale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekî dibînim di xewna xwe de

dipelişe rabirdûyek li pey min weke hespên serberdayî

nedîtî nebînayî ku malê mala xwe me

salixdana çîroka xwe me ku wa ji bîr dikî li deverekî.



gava pelên dîroka çongan dinivîsin

li ber derazînka demsalê serî tewandin

rabe bide nav qehweyan

tu yê kevne-minekî bibînî di hinava dûxana zelal de

kovana xwe tamişkî

kesera xwe ji rêzê

rûyê xwe bi dûzanên ko qeşartî.

a ji kûfik û peykerên ecêb mayî

navekî xwe tune

li ber destarê şînê ku ne bajarê min bû

piştî her şkestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê

bide pey ya zehmettir

ber pala xwe li tu deveran xweş neke

biqere û here



Selîm Temo



07.06.2013 18:27 | brusk56

124024. Yek jê xweştirîn helbesta kurdî û kurmancî ye.
Wextekî Selîm Temo berî ku kitêb çap bibe tevlî bernameyekê bûbû û li bernameyê helbesta xwe gotibû. Ji wê rojê heya vê rojê Hama bêje her roj vedikim guhdarî dikim li gel muzîkeke xweşlêhatî.

Min di ciwaniya xwe de zêde zêde ji helbestên Cemal Süreya hez dikir û min Hama bêje her roj helbesta wî ya keşke yalnız bunun için sevseydim seni dixwend û ji youtubê guhdarî dikir. Min bawer nedikir rojekî helbestek li ber dilê min Hama bêje ji wê helbestê jî şîrîntir be.
Hest û bestên pirr ecêb xwe li min difesilînin dema ez dixwînim. Her kengî ez vê helbestê bixwînîm her carê eynî muzîkê guhdarî dikim û bi aramî û sakînî dixwînim êdî wisa li ba min helbest û ew muzîk li hev hatine ku dema helbest xelas dibe muzîk jî xelas dibe.
Mûzîka guhdarî dikim ev e;




Di helbestê de hesta nostaljiyê heye şaîr xweziya xwe rojên berê tîne, dibêje;
...li pey şopa xwe me ku ji xwîna şirikî dinasim
dipale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekê dibînim di xewna xwe de
dipelişe rabirdûyek li pey min mîna hespên serberdayî...

Her kî tehma ciwantîya xwe têr negirtibe, xwezî û poşmanî di henaseyê wî de dibin oksîjenek bo li piyanmayînê, wek qeyd û zincîrekî ku li zend û bendên wî hatibin girêdan emrê wî têra bi ser çil salên têrdîtî be jî nikare xwe ji rabirdûya xwe yani ji xweştirên Kêlîyên xwe yên ciwaniyê ku êdî xewnek e, xelas û rizgar bike.
Her cara ku vê helbestê dixwînim ew hest li min peyda dibe, gotinek heye dibêje her xwîner dibêje qey helbesta ha bo min hatiye nivîsîn. Rast e însan bi qasî çîyayê qafê ji hev dûr bin jî, wek şev û rojê ji hev cuda bin jî hestên însanan wek hev in, her kes bi qasî jiyana xwe, êşa xwe û kêfa xwe û Serencama xwe dikare xwe binase û dinyaya xwe manedar bike, mane bide tiştan an nede tiştan. Ev helbest jî bo min wisa ye wek ku bo min hatiye nivîsîn, zanim bo we jî hatiye nivîsîn. Her kes dikare xweziyên şairekî de li rastî xweziyên xwe bê, her kes dikare dema daqulî helbestê bibe di poşmanîyên şaîrî de rastî sûreta xwe were û têde bixeniqe.

Belkî rojêkî ji rojan Kurdistan ava bibe belkî nebe hîç nizanim ji te pêştir ev e meraqa min xema min kesera min qera min. Ku ger tu rojêkî ji rojan tu liqayî şopa van xweziyên hevalê xwe ku cihekî qewî di ciwantîya te de hilgirtiye werî, baş zanibe, xweziyên min ji eksa kêfxweşiya sûretê te yê ku di xewnê de min vedicinîqîne ne mezintir e. Û dûre xwe bi xwe bêje çûyîn çi peyveke dirêj e!?



08.06.2013 14:50 | simurg56