Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 58 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; astrofîzîk
peyamên çepikkirî

83772. navê ew zanîstî ye ku ezmanê û hemayên ezmanê wekî stêrk, gerstêrk û meteor û galaksiyan vedikole..

her çendîn bi pêş ketibe jî pisporên vî karî dibêjin tiştên ku em ji fezayê hîn bûm wekî di deryayê de dilopeke av e..

kesên ku hînî vê zanîstiyê dibin yan jî pê ve eleqedar dibin an kêm zêde pê re mijûl dibin û serê xwe pê diêşînin, pê diwerqilin ku însan ne tiştekî ewqas girîng e, loma hûnê di rûyê wan însanan de henûniyeke berbiçav bibînin..

dema ev beşa zanîstiyê bi pêş neketibû zanyarên heyî yên vî karî digotin qey dinyayek heye û çend stêrk hene û hîveke dinyayê heye û ew giş di dora dinyayê de dizivirin loma giringiyeke zexîm î dinyayê û me heye, loma insan qurre bû, her tiştî li gorî kêfa dilê xwe dihesiband û tevdigeriya..

çawa ku ev beşa zanîstiyê bi pêş ket û hat dîtin ku em ne bi qasî dilopek in di oqyanûsekê de, hingî qurretiya boş û betal a însanan jî pûç bû..

edît: dê dewam bike, ligel agahiyan



08.06.2013 14:50 | simurg56