kul û derdê biruya hayao miyazaki bû pêşkêşiyên hunerî yên li pêşber bînêran li ser dikekî (sehneyekî) ji bo pêşandana lîstikvanan hatine amadekirin in. bi awayek cuda bi tevger û axaftinan vegotina hest û bûyeran e. cara ewil bi şêweyên nûjen li yewnanîstanê beriya zayînê 534'an hatine pêşkêşkirin. yewnanan serê xwe gelekî bi vê hunerê re êşandiye, ji bo wê amfî û şanogehên mezin çêkirine. di nav gelê me de lîstikên şanoyî ti carî kêm nebûne, qirdik, yek ji van pêşkêşiyan e, niha hîna jî şanoyên gundkî li gundan tên lîstin, li bajaran jî gelek caran şeva dawetê lîstikên şanoyî tên lîstin. îro şano bûye yek ji hunerên estetîkî yê jêneger, gelek cureyên wê çêbûne, li her devera dinyayê bi awayek nûjen şanoya cîhanê her xwe nû dike. li bakurê kurdistanê jî wek sazî şanoya şaredariya bajarê mezin a amedê şanoyên serkeftî pêşkêşî gel dike. (bnr: evdirehîm hekarî) (bnr: dbşt) (bnr: şanoya kurdî) |
|
18.07.2015 19:34 |
xendekî
|
2. lîstikên li hemberî temaşevana zindî tên leystin bi awakî komedî, dram, trajedî.... |
|
18.07.2015 22:03 |
shorbevan
|
3. di kurdistanê de hêdî hêdî bi pêş dikeve aniha di nava geşedanê de ye, tirsa min ew e ku agirê wê zû bitefe.. |
|
19.07.2015 17:26 |
ferhenga şikestî
|
4. li gorî dîyaloga di navbera karakterên dijwar û çetoyî da ku li ber derîyê şanoyê diqewime (bnr: mala minê) dîyar dibe ku ne tiştek e, lê qeşmerî ye. (bnr: dêya qedrîya) |
|
16.11.2019 00:44 |
mirovekirind
|
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20] |
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |