1. karakterekê di pirtûk û fîlmên harry potter de ye.. her çiqas dê û bavê wê muggle bin jî efsûnkarekê kedkar û serkeftî ye.. hevala harry potter ya herî nêzîk e, lê dilê wê dikeve ronald weasley û hestê wê jî bêgerew namîne.. di şer û cengên di navbera potter û lord voldemort de piştgiriya wê hartim bi potter re ye.. piştî zehferanê ku li hember voldemort, perwerdeyiya xwe bi dawî dike û bi ron re dizewice.. yek lawik yek keçik 2 zarokên wan çêdibe.. |
|
22.05.2015 00:12 ~13:12 |
rûbar payîz
|
2. ji bo her malê kurdan hermionekê divêt. ji serî heta dawî ya di rêze-fîlmên harry potter de lehenga herî biaqil û îdealîst ev keça şêrîn e. vê jîrbûna wê ez dibêjim him ji ber jêhatiya wê ye û him jî mugglebûna xwe ye. mîna kurdên me çawa li nav tirkan ji wan çêtir tirkî dipeyivin,* ev jî li nav sêrbazan ji wan çêtir sêran dike. ji ber ku ew mensûbî eqeliyetekî ye. dilê wê bask bû çû çû ronald weasleyê min! kûçikbavo(heşayî bavê wî) * li çavê qulinGÊ XİST. |
|
17.09.2015 15:52 ~2017.04.19 14:21 |
biruya hayao miyazaki
|
3. Xezalek e. Pir xweşik e. Axx ax hezkiriyeke me ya wiha xweşik çênabe axx* |
|
17.09.2015 15:58 |
mergehez
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |