Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 60 peyam
welatê me kurdistan e - tirşik
welatê me kurdistan e
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Helbestek (li gorî min sirûdek) kurdan e ku ji hêla mecîdê silêman ve hatiye nivîsîn.

Stranbêjên herî navdar ê vê stranê strîne aslîka qadir û rencber ezîz e.

Gotinên sirûdê li jêr in.



Welatê me Kurdistan e



Welatê me Kurdistan e

Welatê me Kurdistan e

Cîh û meskenê me Kurdan e



Welat ji mere ruh û can e

Millet hemî bira ne

Cîh û meskenê me Kurdan e



Temam baxe û bistane

Welat gul e gulistan e

Millet hemû birane



Welatê me pir şêrîn e

Merg û çem e û zevî ne

Qîz û bûke tev cindî ne

Eslê xwe da horî ne



Kurdistana me zeynet e

Cemata wî pir hurmet e

Temam qedr e û qîymet e

Welatê me cennet e



gotin: mecîdê silêman



18.01.2015 18:52 | berxweda

2. deh panzdeh sal berê navê bernameyekê bû di med tv de, bi mûsikê re cih û warên kurdistanê nîşan didan. ne şaşbim dema spêde derdiket û vtr ya wê hê jî li ber çavê min e.



18.01.2015 22:11 | seydayê_peyvan

3. şehrîbana kurdîjî digo, min bixwe jê seh kiriye



19.01.2015 01:03 | ferhenga şikestî

4. îcraya Egîdê Cimo ya bi zirne.



19.01.2015 21:52 | seydayê_peyvan

5. mijara ku bîranîneke bavê min aniye bîra min: berî darbeya 12'ê îlonê li îdirê di qehvexaneya gundê me de, bavê min ji xortên hevalên xwe re derbarê kurdistanê de diaxife. mêrîkekî kal gûh dide bavê min û dûv re jî dizvire û ji bavê min dipirse, "kurê îbrahîm, ev kurdistana ku tu behs dikî li ku derê ye?".



(bnr: trajêdiya me kurdan)

(bnr: nezaniya me kurdan)



20.01.2015 00:27 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» welatê min
» kurdistan ger tu nebî

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî