Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; birê
peyamên çepikkirî

55129. birê lîstikek ji sê dewreyên 15 deqeyan pêk tê. bi tîmeke ji 10 kesan, ku 7 asîl, 3 jê cîgirin, tê lîstin. birê xwe dispêre biryarên çalak û bi lez. lîstik, ji du tîmên êrîş û parastinê pêk tê û armanc ewe ku lîstikvanên tîma hevrik were têkbirin û bi vî rengî qelehe bi dest were xistin. pêşawayê li ser tîman, erka lîstikvanan dike. dema yek ji lîstikvanê tîma êrîşkar xwe bigihêjîne qeleha tîma parastinê, dê lîstik biqede. ji bo têkbirina lîstikvanan, her du tîm xwedî rêbazên cuda ne.



lîstikvanên li parastinê jî, bi stratejiyeke bezê dikarin dest bidin lîstikvanên li tîma êrîşkar û wan yek bi yek ji lîstikê derxînin. ger hemû lîstikvanên tîma êrîşkar yek bi yek ji lîstikê bikevin, dê têma parastinê lîstikê ser bikeve.



ger lîstik di nava 15 deqeyan de neqede, dê li hejmara lîstikvanên tîman bê temaşekirin û li gorî vê yekê encam bê diyarkirin. tîma ku herî zêde lîstikvanên xwe winda kiriye, di vê rewşê de têk diçe. ger di her sê dewreyan jî wekhevî hebe, hingî hejmara lîstikvanên her sê dewreyan ji lîstikê ketine, dê bê jimartin û li gorî wê biryar were dayîn.



her wiha lîstikvanê ku li gorî pîvanên siza tevnegeriyane û ji ber şaşiyên teknîkî ji aliyê ferwerde ve du caran hatiye hişyarkirin, dê ji lîstikê bikeve. pevçûna devkî û helwestên tundiyê, sedema derketina ji lîstikê ye. tîm, di navberê de dikarin yek yan jî sê lîstikvanan biguherîne. lîstikvanê hatiye derxistin, dikare ji nû ve bileyze, lîstik ji aliyê çar hekeman ve tê rêvebirin.



ya ku kurdistanê li ser piyan hiştiye, kevneşopiya devkî, dengbêjî û lîstik in. di wan lîstikan de berxwedêriya kurdan, asîbûna erdnigariya mezopotamyayê û mînakên piştevaniya civakî tên vegotin. lîstika 'birê' jî (li hin herêman jê re cir, cirê, ciran biranî tê gotin) yek ji wan lîstikane. lîstika/werzişa birê, ji vegotinên devkî tê fêmkirin ku li mezopotamyayê xwedî çîrokeke bi hezaran salan e. ev lîstika ku tê wateya "birîna rê", weke nîşaneyeke dîroka şervaniyê ya kurdan e.



ev lîstika ku îro li herêmên cuda yên kurdistanê gelekî kêm tê lîstin, li nava gerîla ji nû ve xwe nîşan dide. werzişa birê, di navbear qadên erdnigarî û guherînên demsalî de têkiliyeke xurt daniye. heman piştî havînê, dema destpêkirina payîzê li mezopotamyayê demsaleke ku hîn bêtir amadekarî lê tê kirin, kelecan û aktîvîteyên fîzîkî zêde dibin. werzişa birê jî, werzişeke piştevaniya civakî, dîrok, çand û xwezyayê ye ku di vê demê de tê nîşandan.



lîstika birê niha li serkariya werzişê ya şaredariya bajarê mezin a amedê ji nû ve tê lîstin. 3. turnûvaya birê ya serkariya werzişê ya ser bi serokatiya daîreya suxreyên civakî ya şaredariya bajarê mezin a amedê, di 26ê cotmeha 2013an de destpê dike. ji wan, colemêrg, qoser, nisêbîn, êlih, cizîr, farqîn, hezro, karaz, qerejdax, çinar, gêl (eğil) û ji rojhilatê kurdistanê bajarê ûrmiyê bi giştî 14 tîm dê beşdarî turnûvayê bibin.



29.06.2013 12:10 | simurg56