Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kal kek
peyamên çepikkirî

54353. Di vê lîstikê de sê kes hene: kesê ku cilê bapîran li xwe dike Kal e, ciwanê ku cilê jinan li xwe dike hevjîna wî Fadikê ye û kesekî din ê ku rûyê xwe reş boyax kiriye jî Ereb e û wan diparêze.



- Kalê Kek xwediyê riheke dirêj e ku ji pirçê bizinan tê çêkirin, kostuma wî ji cilên kevin pêk tê, li sermilê xwe xurcik û di destên wî de ço (asa) û tesbïh hene.

- Fadikê jî, da ku tenê çavên wê xuya bikin û rûyê wê bê veşartin, çît û etek li xwe dike.

- Ereb jî, rûyê xwe bi aringê reş boyax dike û çoyeke wî heye, ji ber ku erka wî parastina Kal Kek û Fadikê ye. Lewra gava diçin malekê, divê ciwanên malê biqewitîne û nehêle bila ew Fadikê birevînin. Û gava Fadikê ji aliyê ciwanan hatibe revandin, divê Ereb here, Fadikê bibîne û dîsa bîne ba Kal Kek.



Eger Fadikê hate dîtin, diyarî tên kom kirin û her sê bi serlêxistina mal û malbatan berdewam dikin.



29.06.2013 12:10 | simurg56