Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
veşartok - tirşik
veşartok
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikeke zarokatiyêye ku ew roj nayên bîra min lê niha kurê minê nêzikî 2 salî dilîze. kesekî çavên xwe digire, yên din xwe vedişêrin û du re yê çavên xwe girtî yên xwe veşartî digeri



01.07.2014 12:37 | azadixwaz

2. jê ra 'çav veşartok' jî tê gotin



01.07.2014 22:45 | mîr

3. leyîstokeke ku navnetweyî ye, hema bêje di her dera dinyê de cûreyên vê leyistokê hene. û li herema me jê re çavgirtik digotin.



11.07.2014 11:25 | nazim tolhildan

4. lîstika ku me bi navê sobe jî dilîst e. me bi ya bi topê re jî digot qoqla



02.02.2015 23:43 | berxweda

5. Lîstika ku Nizanim çima me bi tîpa "ê"yê digot. me wusa digot: were em bi vêşartokê bilîzin.



20.05.2020 03:42 | xabûrî

6. cîyê ku me çavê xwe ser digirt mê wî cîyî ra digo doçik. ku me dizîkava dihat destê xu doçikê dida me digot doçik çû doçik çu doçik çu.
cara dawîn min kîngê ev leyîstik leyîst nayê bîra min..

(bnr: çavgirtonek)



20.05.2020 14:52 ~14:55 | bûtîmar

7. Lîstika veşartokê bi çend kesan re te lîstin. Piranî keçik û lawik bi hevdu re veşartokê dilîzin. Pêşi zarok li hev kom dibin û maka listikê hildibijartin. Ew jî bi hejmartina gotinên dûrikeke lîstika veşartokê dihate tespit kirin. Yekî ya ji yekê ew dûrik digot û bi tilîka xwe ew kesê kom bûbûn dihijmart:

Yeko diko
Du naziko
Repe ziko
Şama quto
êçe meçê
êta xeşê
êl qotikê
ser pirçikê

Gotina "pirçik" li ke keta, ew cara pêşin dibû maka lîstikê. Maka listikê li her diwarekî ya jî koka darekê destên xwe dida ser çavên xwe u heta bîsta dijmart. Di vê navbênê de yên din jî direviyan û xwe li dereke vedişartin. Piştî hejmartinê mak li wan digere. Gava make yek ji wan
didît, digot "min tu dît". Herdu kes ji her bi cihen ku mirov çavên xwe lê digirt direviyan. Kî berê bihata wê derê, destê xwe dide wî cihî û digot "sobe". Ew kesê li dawiyê dima dibû mak û lîstik ji nû ve dest pê dikir.



02.12.2020 19:15 | sitî cp

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» veşartok

Kategoriyên mijarê:: listikrastin cand zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî