Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    mem û zîn - tirşik
    mem û zîn | 0
    Nivîskar: ehmedê xanî | kurmancî | roman | 232 rûpel

    wergera li kurdîya îro: jan dost Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên la...
    mem û zîn
    (9) (1) (1)
    di mijarê de bigere

    1. mem û zîn, pirtuka nemir, ya nivîskar, bijîşk, dîrokzan û fîlosofê kurd exmedê xanî ye. Pirtûk li ser evîna kesên navên xwe "mem û zîn" e. Ji berî ku behs bê kirin, divê her kurdek vê pirtûka exmedê xanî bixwîne u bide xwendin. ji ber kû evîna mem û zîne, evîna kurdistanê ye!



    13.07.2013 17:05 | urartu3000

    2. Ew pirtûka ku di nav civaka kurd de gelek dereng deng daye ye û divê li ser de gelek lêkolînên kûr û dûr werin kirin. Ji destpêka sedsala bîstan û heta îro pir caran li Stenbol, Heleb, Hewlêr, Bexdad, Parîs û hwd hatiye çapkirin. Bi gelek zimanan jî hatiye wergerandin. Ji bo me pirtûkeke pîroz e.



    13.07.2013 17:24 | ercn

    3. li gorî ku kawa nemir îro li ser hesabê xwe yê facebookê ragihandiye di nav çar mehan de wê evê berhema ehmedê xanî bike senaryo û li ber bejn û bala sehneya şanoya şaredariya amedê bisefilîne û bi alîkarî û amadekariya ekter û ektrîstên wek vural tantekin, leyla batgi, elvan kocer, berrin Çelik, kemal ulusoy, yavuz akkuzu, berfin emektar, ali tekbaş, mehmet emin yalçınkaya wê evê lîstika şanoyê berpêşî xelkê bikin.. (bnr: ya bi xêr)..



    21.08.2013 19:29 | endazer

    4. navê albûma nû ya koma hivron e.. kerem bikin guh bidêrin parçeyek ji vê albûma nestêle;



    14.10.2013 15:17 | endazer

    8. ehmedê xanî ji Destana memê alan îlham standîya û mem û zîn nivîsandîya.her çiqas mijara we êvîndarî xuya dike jî te de zanîsta civakî (sosyolojî),felsefe û şiretê ehmedê xanî ji bo kurdên ku mahkumê bindestîyê ne jî dihewîne. ew şiret pir heja ne lê mixabin kurda guh nedana van şireta û ev jî sedema rewşa kurd û kurdîstanê ya niha ye.



    04.11.2013 19:05 | diljan

    9. ev rêzên wê armanca nivîsandina we diyar dike



    şer'ha 'xemê dil bikem fesane

    zînê û memê bikim behane



    ne'xmê we ji perdeyê derînim

    zînê û meê ji nû vejînim



    04.11.2013 19:23 | diljan

    10. berhema BÊHEMPA YE EHMEDÊ XANÎ YE. dEMA MIN CARA PÊŞIYÊ DEST BI XWENDINA VÊ PIRTÛKÊ KIRÎ HER ÇIQASÎ EREBIYA MIN BAŞ JÎ BÛ LÊ MIN ZÊDE JI PIRTÛKÊ FÊM NEDIKIR. jE BER WÊ JÎ MIN ALÎKÎ METNA ESÎL ALIYÊ DÎ JÎ METNA WERGERA KURDIYA ÎRO DIXWEND. cARA PÊŞIYÊ MIN ZÊDE JI METNA WÊ YE 'ESÎL ZÊDE TIŞTEK FÊM NEKIR. jI BER WÊ MıN CAREKA DÎ JÎ XWEND. bI VÎ AWAYÎ MIN EV PIRTÛK JI SERÎ HETA BINÎ PÊNÇ (5) CARAN XWEND Û NAHA ÊDÎ NE HEWCEYE KÛ EZ LI WERGERA WÊ YA KURDIYA ÎRO BINÊRIm. ÊDÎ EZ BI REHETÎ BI METNA WÊ YA ESÎL VE DIÇIM Û DIXWÊNIM.. dEMA MIN DIXWEND Û BAŞTIR FEM DIKIR, ÊDÎ MIN DIXWEST EZ CAREKA DÎ JÎ BIXWÊNIM. EZ BAWERIM JI BO FÊM KIRIN Û TE'M STANDINÊ LAZIM E MIROV ÇEND CARAN VÊ PIRTÛKA BÊHEMPA BIXWÊNÊ..



    03.12.2013 01:28 | nan û av

    11. navê çûroka dû evîndaran e ku li amedê, ji aliyê Şanoya bajêr a Şaredariya bajarê mezin a amedê li qonaxa cemîlpaşa weke şanoya cîgehî tê lîstin.



    şanoyeke pir xweşik bû lê a herî giring cihê ku tê listîn tam cihê vê şanoyê bû. min piştî li qonaxa cemîlpaşayê, di hewayê vekirî de lê temaşe kir, min got gelo ev şano li salonê çawa dikare bê listîn.



    ji aliyê nivîskar kawa nemir ve ji bo şanoyê ji nû ve hate nivîsandin. (ji xwe ew bi xwe jî li wir bû) Derhênerê Hunerê yê DBŞTê Ruknettin Gun serperiştiya wê dike derdikeve ser sehneyê.



    aniha ji bo alikariya gelê rojava û kobanê tê listîn û bilêdên wê 20 tl ye. karekî gelek serkeftî dikin. dest û keda wan sax be.



    nîşe ; yên ku dixwazin temaşe bikin û him jî alikariya wan çêbe ji gelê me yê pênaber re, hê jî dikarin temaşe bikin.



    30.09.2014 22:05 | brusk56

    12. Bawerim ez li ve mijare şîrove nekim e baştirbe * nickname bekoawan



    01.10.2014 00:22 | bekoawan

    13. yek ji klasîkên kurdî ye, ehmedê xanî di sedsala 16. de nivîsiye. wiha ye:

    Mem û Zîn

    Sernameyê name, namê Ellah
    Bê namê wî natemam e wellah

    Ey metle'ê husnê 'iŞqibazî
    Mehbûbê heqîqî û mecazî

    *dewama wê di spoilerê de ye:

    Namê te ye lewhê nameya 'iŞq
    Ismê te ye neqŞê xameya 'iŞq

    Bê neqŞê te, neqŞê xame xam e
    Bê namê te, name natemam e

    Namê te ye sahibeytê meqsûd
    Fihristê mukatebatê mehmûd

    Medmûnê muraselatê la-reyb
    Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb

    Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
    Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb

    Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î
    'AŞiq tu yî, lêk bêniyaz î

    Mutleq tu mufîd û mustefad î
    BêŞubhe murîd û hem murad î

    Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
    Nar î tu di qelbê 'aŞiqê zar

    Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î
    Şems î, ji 'eyan tu perdedar î

    Genc î tu di nêv tilismê 'alem
    Kenz î tu 'eyan ji ismê adem

    Ev 'alem û ademî û meshûd
    Ev mumkin û masiwayê mewcûd

    Hemiyan bi te ye mudare û debr
    Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr

    Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem
    Mewcûd kirin, xered çi adem

    Adem bi xwe yek ji herdiwan e
    Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane

    Ew herf, heqîqeta muheqqeq
    Hem emr e bi qudreta te hem xelq

    Esbah muressem in ji nasût
    Erwah muwessem in ji lahût

    Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
    Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah

    Nasûtî egerçi rengsefal e
    Lahûtî ji pertewa cemal e

    Herfa ko me gotî, neqŞihûr e
    Lê meqsed û me'neya wê kûr e

    Zahir te eger numaye suxra
    Batin ew e neqŞê xame kubra

    Mewcûd e di wî Şehadet û xeyb
    MeŞhûd e di wî Şiyadet û 'eyb

    Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
    Adem ji te hem qerîb e hem dûr

    Hindî weh ko cinsê 'alemî ne
    Ew tabi'ê new'ê ademî ne

    Evrenge felek hemî mu'ezzem
    Evçende melek hemî mukerrem

    Ev karegeha 'ezîm û dewwar
    Ev baregeha bedî' û seyyar

    Evçende zemîn digel 'enasir
    Evrenge 'ered digel cewahir

    Evçendehe ni'met û nefa'is
    Evrengehe me'kel û melabis

    Evçendehe mudde'a û metlûb
    Evrengehe musteha û mehbûb

    Heywan û me'adin û nebatat
    Metlûb û meqasid û muradat

    Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
    Fi l-cumle ji bo me ber di bar in

    Heqqa ko te xweŞ nizam û rewneq
    Tertîb kirin ji bo me el-heq

    Em xafil û 'atil û gunehkar
    Mayîne di qeydê nefsi emmar

    Nînin me di qelbî fikr û zikrek
    Nakin bi zebanî hemd û Şikrek

    Xanî ko nehin bi qelbî zakir
    Barî bide wî zebanê Şakir

    * * * * *
    Ey Şukrê te cewhera zebanî
    Wey zikrê te seyqela cenanî

    Ey wahidê bêŞerîkê yekta
    Wey wacidê bênezîr û hemta

    Ey baqiyê bêzewalê da'im
    Wey hadiyê bêfenayê qa'im

    Ey xaliqê erd û 'asimanan
    Wey xaliqê cumle ins û canan

    Mulk û melek û felek bi carek
    Bi l-cumle te çêkirin tebarek

    Şubhaneke kulle ma xeleqte
    Ehsente fe-keyfe ma feleqte

    Herçî ko te çêkir ey nikûkar
    Heryek di hedê xwe da sezawar

    Ev neh sedefê di pirmirarî
    Dirrê di sefîd, sefaf û tarî

    Heft di miŞalê durrê xeltan
    HerŞeŞ cihet û çihar erkan

    Hersê weledê di pirmewalîd
    Xebra û sema digel meqalîd

    Lewh û qelem û sewabit û 'erŞ
    Heywan û nebat û me'den û ferŞ

    Zahir kirin ev qeder sena'i'
    Peyda kirin ev qeder beda'i'

    Heryek ji 'edem kirin te peyda
    Ibda' kirin te bê heyûla

    Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
    El-qisse çi mu'min û çi kafir

    Her yek ji te ra we bûne mezher
    Ewreng di wan tu bûyî mudmer

    Bê husn-i te nîne wan wucûdek
    Bê nûr-i te nîne wan numûdek

    Hikmet ew e batinî û zahir
    Qudret ew e xa'ibî û hadir

    Nînin te tecezzu' û temekkun
    Emma we di wan dikî tewettun

    Goya hemî cismek in tu can î
    Goya hemî sehrek in tu xan î

    Husna te ye zîneta hebîban
    ReŞka te ye xîreta reqîban

    Meyla te ye 'aŞiqan dikêŞit
    Derdê te ye dil ji ber diêŞit

    Şîrîn te kire Şekir li Perwîz
    Ferhad ji rengê eskê xwînrîz

    Leyla te kire bela li Qeysî
    Ramîn bi te ram bû li Weysî

    Yûsif te çira numa Zuleyxa
    Wamiq te kusa gihande 'Ezra

    Şêxê weko pênce hec bijarî
    Dîn kir te ji bo keça kufarî

    Nîlûfer nazperwerî kir
    Ew jî te li mihrê muŞterî kir

    Balayê bilind te daye ser wan
    Pabendê bela te da tezer wan

    Sorgul te kirin ji xar peyda
    Bilbil te kirin hezar seyda

    XweŞrengî te da giyayê sorgul
    XweŞdengî te da newayê bulbul

    Ronahî te da serê Şemalan
    Perwane kirin bi Şewqê talan

    Mehbûb te çêkirin di dilkeŞ
    Meczûb te pê kirin musewweŞ

    Ev 'iŞq û mehebbeta di dil da
    Ev zulf-i ŞelaŞilê di mil da

    Aya ne te çêkirin muqabil
    Heryek te bi hev kirin mu'adil

    Ayîne te çêkirin mukerrer
    Husna xwe di wan te kir musewwer

    Ayîne li pêŞ-i tûtiyan girt
    Davik te li pêŞ-i kûviyan girt

    Ayîne ji wan we ye ko av e
    Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e

    NeqŞê te dibînin ew di avê
    Nakin hezerê ji av û davê

    Lebtesne teleb dikin zelalî
    Wî dane û dam û zulf û xalî

    Meqsûd ko bû ji pêŞ ve hadir
    Dê qesd bikin cemî'ê nazir

    Tûtî bi xwe ma Şekir dirêjin
    Herçî dibihên ewî dibêjin

    Wê meqsedê muxteser dibînin
    Pabend dibin gelek dimînin

    Meqsûd û muradê dil tu Şa yî
    Emma tu tudillu men teŞa'î

    Herçî te divê bibî delalê
    Pabend dikî bi zulf û xalê

    Herçî ko tu bînî ser hîdayet
    Vê ra Bekirî bikî 'înayet

    Hadir wî dibî meqamê me'lûm
    Ger xadim e wî digêrî mexdûm

    Bê secde te ey cenabê me'bûd
    Adem kire qiblegah û mescûd

    'Îsa kusa gihande ewcan
    Aya bi çi te hebande ew can

    Dersa ko bi xef te gote Idrîs
    Elbet diçû meqamê teqdîs

    Iblîsê, feqîrê bêcinayet
    Hindî te hebû digel 'inayet

    Her roj-i dikir hezar ta'et
    Lewra ko te da wî istita'et

    Wî secde nekir li xeyrê me'bûd
    Gêra te ji ber derê xwe merdûd

    Yek secde nebir li pêŞê exyar
    Qehra te kire muxellide n-nar

    Elqisse ji hikmeta te agah
    Ferdek me nedî tebareke l-lah

    'Irfan-i teleb di Şahibê idrak
    Derheqqê te gote »ma 'erefnak«

    Xanî bi nezaniya xwe derheq
    Gumrah bibit ne dûr e el-heq

    Illa ko meger mu'în Xwida bit
    Ya rahiberê wî Mustefa bit

    Ya reb bi heqqê Mustefa kî
    Xanî bi xwe ra tu asina kî

    * * * * *
    Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
    Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke

    Da cam bi mey cihannuma bit
    Herçî me irade ye xuya bit

    Da keŞf bibit li ber me ehwal
    Kanî dibitin muyesser iqbal

    Idbara me wê giha kemalê
    Aya bûye qabilê zewalê

    Ya her wehe dê li ’stiwa bit
    Hetta weko dewr munteha bit

    Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
    Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb

    Bextê me ji bo me ra bibit yar
    Carek bibitin ji xwabê hiŞyar

    Rabit ji me jî cihanpenahek
    Peyda bibitin me padiŞahek

    Şîrê hinera me bête danîn
    Qedrê qelema me bête zanîn

    Derdê me bibînitin ‘ilacê
    ‘Ilmê me bibînitin rewacê

    Ger dê hebûya me serfirazek
    Sahibkeremek suxennewazek

    Neqdê me dibû bi Şikke meskûk
    Ned’ma wehe bêrewac û meskûk

    Herçend ko xalis û temîz in
    Neqdên bi Şikkeyê ‘ezîz in

    Ger dê hebûya me padiŞahek
    La‘iq bidiya Xwidê kulahek

    Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
    Zahir vedibû ji bo me bextek

    Hasil bibûya ji bo wî tacek
    Elbette dibû me jî rewacek

    Xemxwarî dikir li me yetîman
    Tînane der ji destê le‘îman

    Xalib nedibû li ser me ev rûm
    Nedibûne xirabeyê di dest bûm

    Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
    Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk

    Emma ji ezel Xwidê wisa kir
    Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir

    Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
    Ew ‘ar li xelqê namidar e

    Namûs e li hakim û emîran
    Tawan çi ye Şa‘ir û feqîran

    Herçî bire Şîrî destê himmet
    Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet

    Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
    Wê hukim di destê Şîrê rûs e

    Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn
    Lutf û kerem û ‘eta û bexŞîn

    Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
    Mehra te çi gote min ko himmet

    Hasil ko dinê bi Şîr û ihsan
    Tesxîr dibit ji bo wî insan

    Ez mame di hikmeta Xwidê da
    Kirmanc di dewleta dinê da

    Aya bi çi wechî mane mehrûm
    Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm

    Wan girt bi Şîrî sehrê Şuhret
    Tesxîr kirin biladê himmet

    Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
    Her mêrekê wan bi remzê Ristem

    Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
    Kirmancî ye bûye Şubhê burcan

    Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
    Kirmanc hemî li çar kinar in

    Herdu terefan qebîlê kirmanc
    Bo tîrê qeda kirîne amanc

    Goya ko li serhedan kilîd in
    Her ta’ife seddek in Şedîd in

    Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
    Hindî ko bikin xurûc û tehrîk

    Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
    Wan jêk ve dikin misalê berzex

    Cwamêrî û himmet û sexawet
    Mêrînî û xîret û celadet

    Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
    Wan dane bi Şîr û himmetê dad

    Hindî ji seca‘etê xeyûr in
    Ewçend ji minnetê nefûr in

    Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
    Bû mani‘ê hemlê barê minnet

    Lew pêk ve hemîŞe bêtifaq in
    Da‘im bi temerrud û siqaq in

    Ger dê hebûya me ittifaqek
    Vêk ra bikira me inqiyadek

    Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
    Hemiyan ji me ra dikir xulamî

    Tekmîl dikir me dîn û dewlet
    Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet

    Temyîz dibûn ji hev meqalat
    Mumtaz dibûn xwidankemalat

    * * * * *
    Xanî ji kemalê bêkemalî
    Meydana kemalê dîte xalî

    Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
    Belkî bi te‘essub û ‘eŞîrî

    Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
    Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad

    Safî Şemirand vexwar-i durdî
    Manendê derê lisanê kurdî

    Înaye nizam û intizamê
    Kêsaye cefa ji boyî ‘amê

    Da xelq nebêjitin ko ekrad
    Bême‘rifet in, bêesl û bunyad

    Enwa‘ê milet xwidankitêb in
    Kirmanc-i tenê di bêhesêb in

    Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc
    ‘IŞq-i nekirin ji bo xwe amanc

    Têk da ne di talib in, ne metlûb
    Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb

    Bêbehre ne ew ji ‘iŞqibazî
    Farix ji heqîqî û mecazî

    Kirmanc ne pir di bêkemal in
    Emma di yetîm û bêmecal in

    Fi l-cumle ne cahil û nezan in
    Belkî di sefîl û bêxwidan in

    Ger dê hebûya me jî xwidanek
    ‘Alîkeremek, letîfedanek

    ‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an
    Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan

    Ev cins biba li ba wî me‘mûl
    Ev neqd biba li nik wî meqbûl

    Min dê ‘elema kelamê mewzûn
    ‘Alî bikira li banê gerdûn

    Bîna ve rûha Melê Cizîrî
    Pê hey bikira ‘Elî Herîrî

    Keyfek we bida Feqiyê Teyran
    Hetta bi ebed bimayî heyran

    Çi b’kim ko qewî kesad e bazar
    Nînin ji qumas-i ra xerîdar

    Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
    Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan

    Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
    Heryek ji me ra we bûne dildar

    Ger ‘ilm temam bidî bi polek
    BifroŞî tu hikmetê bi solek

    Kes nakite meyterê xwe Camî
    Ranagiritin kesek Nizamî

    Weqtê ko me dî zeman e evreng
    Fi l-cumle li ser diravî bû ceng

    Hez kir me bibîne kîmiyager
    Gava ko me dî nebû muyesser

    Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
    Tesfiyyeê cewher dexel kir

    Qelbê me nekir qebûl-i hîle
    Qet bo xeredê nebû wesîle

    Dîn çû û neket bi dest me dînar
    Pasê ji neçarî bûyîne seffar

    Sifrê xwe yê xef me eŞkera kir
    Qirtasiye bû me lê du‘a kir

    De‘wet geriya bi sidq icabet
    Bû wasiteê qezayê hacet

    Ev pol egerçi bêbeha ne
    Yekrû ne û saf û bêbeha ne

    Bêhîle û xurde û temam in
    Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in

    Kirmancî ye sirf e, bêguman e
    Zêr nîne bibîn sipîdeman e

    Sifrê me yê sor e, aŞikar e
    Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e

    Neqdê me mebêje kembeha ye
    Bê Şikkeyê Şahê sehrewa ye

    Ger dê bibûya bi erb-i menqûs
    Nedima wehe bêrewac û mexsûs

    Mehbûb e, bi kes ne namizad e
    Lew bextsiyah û namurad e

    Qirtasiyeya me bêpenahan
    Bê derb-i qebûl-i padiŞahan

    Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
    Meqbûl e li ba gelek hekîman

    Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak
    Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak

    Mîrê ko bi navê Mîrza ye
    Mehza nezera wî kîmya ye

    Qelbê di zexel dikit bilorî
    Polê di dexel dikit filorî

    Sed bar hebin filûsê ehmer
    Derhal-i dikit bi yek nezer zer

    E‘layî dikit bi qehrê edna
    Ednayî dikit bi lutfê e‘la

    Pasan digirit wekî esîran
    Aza dikitin wekî feqîran

    Herroj hezar bênewayan
    Herlehze bi lutf sed gedayan

    Zengîn dikitin bi destê himmet
    Hikmet ew e nakitin çu minnet

    Ger dê wî nezer bida me carek
    Iksîrê teweccuha mubarek

    Ev qewl hemî dikirne es‘ar
    Ev pol hemî dibûne dînar

    Emma nezera wî zêde ‘am e
    Lew xas-i nezer ji dil neda me

    Ew rehmet xas e bo ‘ewamî
    Ya Reb, tu bidî wî her dewamî

    Ehmedê Xanî, Mem û Zîn



    04.03.2015 12:02 ~2017.07.29 14:21 | xendekî

    14. Mem ê alanê

    evîna dilê min ê talanê



    04.03.2015 18:17 | hesen bira

    15. Afirandina Ehmedê Xanî ye. bi zimanek hatiye nivîsandin, meriv dikare wî zimanî erebmancî binav bike. Weke îro çawa tirkmanc hene, di wê demê de jî erebmanc hebûn.



    18.06.2015 03:43 ~03:47 | hola êzîda

    16. romeo û julieta kurdan



    18.06.2015 20:18 | cinorek

    17. Mem û zîn mîtolojîyan kurdaye

    Jibo nivîskaran û helbestvana

    Çavkaniyê tîre , jane , tîrêje , alfabeye ...afirandine

    Li gorî min (beştar dibin yan jî nabin hûn dizanin ) mem û zîn kurdistan û azadîne herdu ji gelek hevdû hez dikin hevdû dixwazin lê belê neyar û xwayîn nahêlin bigêjin hevdû

    Bekir ewan (koricî ye welat firose )

    Zîn kurdistana evîna wê li piçengê de ye

    Mem azadî ye digrin li nav çar diwaran de ...



    19.06.2015 03:28 | hogir elegez

    18. min nizanîbû ku bi rastîn jî mem û zîn jiyane. min digot qey ew tenê şekildana destana memê alan e. lê..



    Gotar: Çend dokument ji serdema mÎr evdalÊ botÎ

    nivîskar: yusuf baluken

    nûbihar akademî, Jimar 2 Sal 1 2014



    (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



    07.05.2016 21:09 ~21:10 | biruya hayao miyazaki

    19. firat cewerî di pirtûka xwe ya pêlên derya reş de behsa bîranîneke xwe ya li gel can yücel dike:

    ''can yücel dîsa henekek ji henekên xwe dikir û digot hinek nivîskarên tirkan mîna ku haya wan ji edebiyata kurdî hebe, ji berdêla ku bibêjin 'mem û zîn' dibêjin 'lîmozîn'

    (bnr: wêjeya major)



    21.07.2017 19:24 ~2018.07.27 01:35 | tizbîkêş

    20. şerha xemê dil bikim efsane
    zînê û memê bikim behane
    nexmê we ji perdê derînim
    zînê û memê ji nû vejînim



    22.07.2017 18:39 | xwedaparêz

    21. Nêzîkî salekî ye min di pirtûkeke kurmancî de xwendibû dinivîsand navê pirtûkê ehmedê xanî şaş tê zanîn û çewt tê nivîsandin. Di eslê de navê berhemê şêx ehmedê xanî memozîn e. Memo kurd e zîn jî kurdistan e. Digot ne mem û zîn e. Lê ha mem û zîn ha memozîn. Çî ferqî lê heye min netiwanim hetanî em katî.



    22.07.2017 20:52 | rûbar

    22. şahesera ehmedê xanî ye, ku li gor gotinên jan dost li parîsê destxeteka mem û zînê ya bi suryanî û erebî derketiye:
    Here lînkê



    13.10.2017 10:27 | xendekî

    23. Ew pirtûk, mesnewiya ehmedê xanî ya bi kurmanciya îro ye û ji aliyê jan dostî ve hatiye amadekirin. ji kevinbûn û dijwarbûna nivîsa ehmedê xanî ez newêrim mem û zînê ya resen bixwînim. Him peyvên erebî bi min kêm in û him jî kurmanciya min ne ewqas baş e.

    yên wek min, dikarin mem û zînê wek çîrok an wek roman bistînin û j'xwe re bixwînin. min pêşî romana mem û zînê (ronî war) kirîye û bi kêfxweşî xwendiye. Ango haya min ji meseleya mem û zînê çê bû. bo vê romanê Here lînkê îcar dor hat mem û zînê a bi kurmanciya îro a jan dost. Aniha dixwînim. Gelek gelek kêfa’m jê re hat. Heke min wê jî qedand, vêca dor were berhema resen a ehmedê xanî, helbet bi kurdiya latînî. Xanî bi alfabeya erebî nivîsiye. Bi alfabeya erebî ez îro nikarim, ji hişê’m çûye. Ez pir zû ji medreseyê qut bûm.

    sererastkirin: agahî



    28.10.2018 00:50 ~2022.12.19 21:38 | mirovekirind

    24. Berhema ku herdem li ber destê min e. Ez çi pirtûkê bixwînim ber wê pirtûkê re Mem û Zînê jî dixwînim. Li ba min ya Mehmet Emîn Bozarslan a ku ji weşanxaneya deng derketiye heye. Dema ez pirtûkê bixwînim dîroka despêkê û dawîkirinê di serê pirtûkê de dinivisim. Îro min nêri heya naha min (2009ê min pirtûk kiribû) 7 caran pirtûk xilas kiriye. Naha ez cara 8ê ye dixwînim. Pirtûk nêvî bûye. Ez çi qasî bixwînim dîsa jê têr nabim.



    30.11.2019 20:07 | nan û av

    25. Yekem pirtûka ku min dawî kiribû. Bi saya vê pirtûkê min dest xwendina pirtûkan kiribû. Lê min wergera tirkî xwendibû. muhammed said ramazan el-buti wergerandibû. Dema mamosteyê min ê matematîkê vê pirtûkê destê min de dîtibû , gotibû ev kesê ku wergerandiye di mizgeftê de hatiye kuştin. Dema min vê gotinê bihîst gelek dilê min êşiya bû.



    10.12.2020 17:20 | yûsiv

    26. (bnr: kesên navdar ên di mem û zînê de)



    22.03.2023 23:30 | mirovekirind

    Hemûyan Bixwîne