1. pereyê ku dewleta tirk her sersal carekî dide ye. kifş bûye kû ya îsal 50 milyon tl ye. |
|
29.11.2014 19:01 |
nazim tolhildan
|
2. buyera ku her sal dibu sedema kêfxweş-buna min. ji ber ku dema amortî ji bo bilêtên bapîrê min derdiket, dianî dida me û perê dima ji me re. lê êdî ew jî bilêt nakire û em jî ji bo wergirtina wan bilêtan zêde pîr bune. |
|
30.11.2014 00:33 |
azadixwaz
|
3. min di sê salên borî de kirî. carekî amortî lêxist. hew. du cara ewil ji nimet ablayê kirîbûm. lê bênamûs nebû qismet. |
|
30.11.2014 00:57 |
biruya hayao miyazaki
|
4. tişta ku her sal dibe hêvî ya milyonan kesan e. ji bo gelek kesan jî dibe sedema xirab bûna tenduristiya derûnnasî. lê gelo pere, tenduristî û bextewariyê tîne yan na? |
|
30.11.2014 14:31 |
nazim tolhildan
|
5. (bnr: kîjan netewe?) |
|
05.05.2018 23:21 |
jifêzagorda
|
6. A ku li gor misilmanan heram e. |
|
29.12.2019 18:44 |
brusk56
|
7. Civaka misilmanan bi rastî jî tam vala ye. |
|
29.12.2019 18:48 |
brusk56
|
8. min nîyet nebû bikirim, lê dawîya vê hefteyê ez çûm Amedê, hevsera min jî behsê kir, me jî ser xatirê kurikê xwe yê ku heta 4 mehan wê bê dinyayê yek kirî. min nemeyzandîyê nimareyên wê jî; heta eşkere bibe bêhna fireh em ê lê meyzênin. |
|
29.12.2019 19:05 |
xendekî
|
9. Tiştek balkêşe ku heçî kesê pîyangoya mezin bidest xistîbe perîşan buye yanî her tim mînakên xirab tên rojevê. Ku encamek baş heba îlleh wê derketa rojevê an jî ew kesên ku pîyangoyê diparêzin da bikin nuçe . |
|
29.12.2019 19:23 |
azad30
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |