1. teqîna ku bi qasî du saet berê, beriya ku demîrtaş bipeyive pêk hatiye |
|
05.06.2015 19:33 |
ferhenga şikestî
|
2. yek ji provokasyon û êrîşên li dijî HDP'ê ye ku ji aliyê kûçikên akpê ve tê kirin. seyê kurê seyan nasekinin bi dehan insanên bêguneh brîndar kirin, înşelah mirî nebin. ev çi hêz e van tiştan dike, dixwaze kaos û gêre çêbe, tenê bersiveke vê heye: ew jî akp û ew wehşê berdevê erdogan efkan ala ye, beriya niha deh bîst rojan fuat avnî gotibû wê efkan ala û zilamên wî van karan van êrîşan pêk bînin va dîsa gotinên wî rast derketin. |
|
05.06.2015 20:08 |
xendekî
|
3. êrîşê ku ti kêfa min nehiştîye emê di roj ê din jî sebir bikin û emê di dada wanin ez li vir dinivîsînim ger ji wanra bimine ez edî naçim mitingê hdpê ez naçim xwe nadim kuştin li ciyê beredayî |
|
05.06.2015 20:27 |
shorbevan
|
4. êrîşa jê 400 zêdetir kes birîndar buyî heta niha 4 kes mirî. Li wêne û dîmenên derketîn holê de dixuye ku piştî teqînê polês jî gaz û ava bitazyîk diavêjin ango armanca wan provokasyoneke pir mezin buye. înşileh wê roja yekşemê hemu tirkiyê birîn devê xeyên vê buyerê de. Amîn. |
|
05.06.2015 23:16 |
azadixwaz
|
5. êrîşa ku bi saya serê vî gelê xwînsar û sekan veneguheriyê îzdiham û krîzeke mezin.Xweda vî gelî ji êrîşên mezintir biparêze. |
|
06.06.2015 01:05 |
diclefirat
|
6. bûyera ku sûcdar bêguman akp û serokê wê erdogan e. guneh li stûyê wan e. |
|
06.06.2015 09:23 |
simurg56
|
7. bûye sedema mirina 1 kesekî (yên din berî bûyerê ji cihek bilind ketiye û miriye) û birîndarbûna bi sedan kesan. |
|
06.06.2015 12:09 |
simurg56
|
8. doh ez jî nêzî cihê ku lê teqîn qewimî bûm. cara ewil kesî tiştek fahm nekir lê di teqîna duyem de aşkera bû ku ew ne trafo bû. mixabin li gor nûçeyan heya niha 4 kes miriye û zêdetirî 400 kesan jî birîndar hene. înşalah hejmarê miriyan zêde nebe. |
|
06.06.2015 16:29 |
kurê xelkê
|
9. Teqîna ku ez û birayê xwe bi hev re tam diçûn qadê qewimî. Min bi hevalên xwe yên nobedar re axivî gotin alikarî lazim e û ez jî di cî de çûm acîla zaningeha dîcleyê. Te dî Bi tirkî dibêjin "kan gövdeyi götürüyor". Rewş eynî wisa bû. bi sedan birîndar, bi dehan kesên ku ling şkestî, mirovên birîndaran ku hemû aqlê xwe wenda kiribûn tu kesî nedikarî wan bisekinîne. Min hê jî şok derbas nekiriye. |
|
06.06.2015 17:23 |
brusk56
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |