1. Îro ji helbesta ku înan eroglu li ser youtube ê xwend bala min kişand û di derheqê jiyana wî de çend agahî wilo ye: |
|
22.07.2020 23:10 ~23:11 |
rizgarm
|
2. Rojek bi awayekî rast li berhema kemal badilli ya bi navê "Türkçe izahlı Kürtçe grameri- kurmancî lehçesi" hatim. Paşnavê wî bala min kişand û hat hişê min ku hevalek mina ji rihayê heye ku paşnavê wê jî badilli ye. Min got ka ez jê bipirsim vî camêrî dinasê yan na. Min jê pirsî got belê ez dinasim û ew camêr pismamê kalikê min bixwe ye. Û got ew pirtûk li mala me jî heye lê min qet nexwendiye. Min go çima gelo te nexwend? ev ne şerm e ji bo te ku kalikê te di wê dewra kes newêre bêje ez kurd im de rabûye xebatek ewqas pîroz kiriye û tu tenezil nakî devê pirtûka wî venakî lê nanêrî? Bersiva ku da min jî ev e: dibêje yav ziman, kurdîtî û welat xema kê ye, xema çend kurda ye? Ji sedî yekê kurda jî xema van mijaran nakişînin. Û dibêje ne hêja ne ku ez xwe biêşînîm. Û dîsa dibêje jixwe di rihayê de kesên wek kalikê min neman û nizanim çi û nizanim çi... |
|
23.07.2020 03:38 |
tûjo
|
3. peyvên wî yên qeydkirî yên di girêdanê de tê dîtin, ji bo îro zeîf in, fediyokî heta belkî hinin hevok nîşaneya sergêjiyê ne lê bo 1964an mînaka wêrekiyê ye, tew di meclîsê de hatine gotin. min ev zabit xwend mîna pîyesekê ji min re jîndar xuya bû. Here lînkê Bunun gibi ırkçııkık ve Turancılığı da aynı derecede ret ve tel'in ediyorum. Bu memleketi kendi habis menfaatlerine alet etmek üzere tecelli ve izmihlale götürenlere lanet olısun. |
|
29.11.2020 23:18 ~23:21 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |