1. zaningeha nû a cemaatê a li amedê ye. |
|
13.04.2014 23:06 |
brusk56
|
2. zaningeha ku wê perwerdehiya bi kurdî jî bike. |
|
14.04.2014 00:01 |
brusk56
|
3. zanîngeha ku di nav şerê cemaet û hikûmeta akpê de perçiqiye.. ya rastî ji hemûyan zêdetir ez projeya kampûsa zanîngehê mereq dikim, min înternet li bin guhê hev da lê bi dest min neket.. ne sala bê sala dîtir, min dil heye dîsa bikevim ezmûna zanîngehê û beşa mîmariyê bixwînim, eger şert û merc li hev bên û ev zanîngeh jî heta hingî rûşda xwe îspat bike, dibe ku ez li vir beşa mîmariyê bixwînim.. |
|
21.09.2014 04:26 |
endazer
|
4. zanîngeha ku ez hîn nizanim qedera wê çi bû? |
|
10.11.2014 20:07 |
ferhenga şikestî
|
5. zaningeha ku bawerke wê ne wek gotina wan be. li gor gotinên wan heta niha diviyabû dest bi çêkirina kampusa xwe bikin lê tu tişt tune ye di holê de. herkes dibêje ev zaningeh ya feto ye. piştî şerê di nav wa û akpê de derket, êdî heçko zehmet e bikarin zaningeha xwe mezin bikin. heta dibe ku dev jê jî berdin .. |
|
10.11.2014 23:24 |
brusk56
|
6. gava dî di bernameya seyr-û seyran ya li ser dünya tvyê min guhdarî axaftin rektorê vê zanîngehê yê bi navê ekrem doğan kir, dilê min ji axaftina wî xeliya, camêr dilxwede bi kurmancî diaxive lê çi kurmancî! ji bo bakur dibêje mezopotamya ji bo başûr dibêje güney kürdistan.. * Here lînkê (deqîqeya 16:55 destpê dike) |
|
21.05.2015 22:44 |
endazer
|
7. avahiya wê ne wekî zanîngehekî ye. bêhtir dişibe dersxaneyekê. berê danasîna wê gellekî hatibû kirin lê heta niha tu pêşketinek berbiçav eşkere nebûye. |
|
22.05.2015 09:59 |
renas
|
8. zaningeha ku ji xwe re avahiyek jî çêkiriye. dixwazin fakûlteya tipê vekin. |
|
12.11.2015 23:46 |
brusk56
|
îtîrafên tirşikvanan [5] |
|
çiyayê artosê [3] |
|
dîroka civakî [1] |
|
-e [1] |
|
olympiacos f.c. [1] |