Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 8 peyam
gate-control theory of pain - tirşik
gate-control theory of pain
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji teorîyên psikolojî ye ku ger ez şaş nabim wek "teorîyê sehêt kirina derîya êşe" bê wergerandine.



bi qasê ku zanistîya biyolojî û psikolojî pêşniyar dike, navbera tevgerên mirov û mejîye de pêwendîyekî rasterast heye. yanê gava ku em tevgerek bikin wê bêguman ji mêjiyên me destpê dike. bi wê maneda, ew teorî jî ji wê agahîye derketîye hole: dema ku xesarek ji bedena me çêdibe, mejîya me de "derîyek" (gate) ku pêwendîye wê û êş heye, aktîv dibe an jî vedibe. îcar, ew pêvajo, dibe sedema heskirina (sensation) êşe.



lê, herwaha, receptora din ya mejîye dikare ku ew "derîye" de-aktîv bike û bigre ku, ya wiha, êdî êşa mirov kêm dibe.



ma derî çawa bê girtinê? du formûlasyona wê heye: yek biyolojîk e yê din jî psikolojîk e.



(1) biyolojîk: tiza (impulse) din dikare tûrên ku pêwendîye wan û êşe heye, bifetisîne: yanê stimulî ya ku xwedîya bi êş û ne êş in, reqabetê dikin û ya wiha carinan ya dûdo qezenc dike îcar jî êş xelas dibe.



(2) psikolojîk: ew yekê giredayê (a) hesa me, (b) şirove kirina me ya derbarê rewşe baldare re, (c ) û tecrûbeyên me ya berê ye. bêtîrê, bi sûreta peyamek şandine bolge ya pêwendîdarê êşe ye, "derîyê êşe" tê girtine.



tiştê balkêş ev e ku ya dûdo agahîyên kritîk li ser efekta plesebo û hin ritûela uên hindîstanîye dide.









wek minak: di videoyêda xortên hindîstanî xwe ji çingalan re girêdididin. tiştê ku mirov metel û şaş dimîne ew e ku meriv her dizanê ku qet êşa wê yekê tune ye. hêbêtir e, ya raste ev e ku di nav du heftêyen de birînan wa jî namîne.



îcar, teorîyê sehêt kirina derîyê êşe li vir peşnîyar dike ku sedema wê kêmaniyê êşa ya xortên ku xwe çingalan re girêdidine ew e ku ji ber (a) şirove, (b) hes, (c ) û tecrûbeyan wan li ser wê çalakîyê ew e ku ew ji bo pîroz kirina qudreta yezdan tê kirin e, û ji ber vê jî mêji wê peyamê hildide û ya wiha "derîye" ku pêywendidarê êşe ye tê girtine encamê de tu êş nayê pêjn kirin e.



bi kurt û kurmancî: mêji her tişte, heyran! :-)



21.03.2014 00:17 | ervah.azad

dengdanên dawîn (yên din..)
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
olympiacos f.c. [1]
Yek ji tîmên futbolê yên Yewnanîstanê ye. îsal sezona 2023-2024an da d...
belki ev jî bala te bikişînin
» gate-control theory of pain
» paint

Kategoriyên mijarê:: zanisti psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî