Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
cemile dinçer - tirşik
cemile dinçer
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Stranbêjeke bi stranên hunermendên me navdar bûye lê ji tirsa q*na xwe gotinên strana way li min guhertiye. Herin stranê ji Şivan perwerî guhdarî bikin hûn ê ferqê bibînin.

Tu bi qûna xwe nebawer bî nebêje jkx.



20.08.2023 15:32 ~15:35 | xabûrî

2. birastî jî ji qûna xwe nebawer e OAFBAONFKALF

( xabûrî min lal kir êdî tirsa nikarim tiştêkî bibêjim* )



20.08.2023 20:21 | horhorik

3. Min li ser youtube hema xwe re mûzikan guhdar dikir piştre ew derket, baş e kêyfa min jê re hat filan bêvan heta ku min xwest ez mîjarek ser vebikim.

Lê min dît tirşikvan xabûrî kevirek avitiye cemile dinçer, min got hay lo lo ev çi bû. Piştre min lêkolînek berfireh kir , gotinên stranên ji cemile dinçer û şivan perwer guhdar kir.

Piştê lêkolîna berfireh xabûrî mafdar derket.tirşikvan çi bêjin mafdar in bi xwedê

Ev gotin ji bin danasîna strana cemîle xanimê hatiye wergirtin, yanî bixwe nivîsiye.



Way li min, way li min…
Kî divê kurd nizan in
Ew ne rind û nezanin
Ji kurda ra dibêjim
Ji merda ra dibêjim
De bira rabin bişîxin
De bira rûnin bixwînin
De bira rabin, de bira rûnin.

Şoreşger bi gelan e
Hemû wekî şêran e
Way li min, way li min…
Cegerxwîn û Dilbirîn, way li min
Qîrînê Perwer Şivan, way li min
Ji kurda ra dibêjim, way li min
Ji merda ra dibêjim, way li min
De bira rabin bişîxin, way li min
De bira rûnin bixwînin, way li min
De bira rabin, de bira rûnin.

Ev jî li bin vîdyoya strana şivan perwer de yekî wek şîrove nivîsiye min xwe newestand lê guhdar kir -şopand. rast nivîsandiye.





@Little_Jacob_Rasta
9 months ago
lyrics:
Way li min, way li min, way li min,
way li min,
Way li min, way li min, way li min,
way li min.
Kî divê kurd nizan in, way li min,
Ew ne rind û nezanin, way li min,
Kî divê merd nizanin, way li min,
Ew ne rind û nezan in, way li min.
Ji kurda ra dibêjim, way li min,
Ji merda ra dibêjim, way li min,
De bira rabin bişîxin, way li min,
De bira rûnin bixwînin, way li min,
De bira rabin, de bira rûnin.
Şoreşger bi gelan e,
Hemû wekî şêran e,
Way li min, way li min, way li min.
Way li min, way li min, way li min.
Hela hûn werin bipirsin, way li min,

cemîle dînçer çima ji vir qut kiriye ? nayê zanîn! ma ev pêlîstok e ?

Ev kara Kurdistan e, way li min,
Ev kara me kurdan e, way li min.
Ji kurda ra dibêjim, way li min,
Ji merda ra dibêjim, way li min,
De bira rabin bişîxin, way li min,
De bira rûnin bixwînin, way li min,
De bira rabin, de bira rûnin.
Ey jin û mêrê kurdan,
Bi xaxî merda hildan,
Way li min, way li min, way li min,
Way li min, way li min, way li min.



Cegerxwîn û dilbirîn, way li min,
Qîrînê Perwer Şivan, way li min.
Ji kurda ra dibêjim, way li min,
Ji merda ra dibêjim, way li min,
De bira rabin bişîxin, way li min,
De bira rûnin bixwuynin, way li min,
De bira rabin, de bira rûnin.



Duh 19:35 ~19:36 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
cemile dinçer [2]
Stranbêjeke bi stranên hunermendên me navdar bûye lê ji tirsa q*na xwe...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
A ku ez bi kar tînim û jê razî me ya samî tan e. Bi awayekî berfireh û...
sîdar ferîd [1]
min ew bi strana xemik talane nas kir. dengê wî jî cuda ye û e...
hevalnav [1]
(bnr: rengdêr) e. piştî ku hin zimannasên kurmanciyê ji soraniyê re bê...
hezkirina zêde [1]
ez ji bo hezkirina evînî dixwazim hişyariyek bidim. van demên dawiyê t...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemile dinçer

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî