1. Tora Ziman û Çandan, li Amedê ji alîyê gelek sazîyên çandî, sîvîl, sîyasî û zimanzan, nivîskar, rojnamevan, stranbêj kurt û kurmancî entellektûelên û xemxwûrên Kurdî ve yekem komxebat îro pêkhat û dê sibê yanî roja yekşemê (12.01.2020) berdewam bike. |
|
12.01.2020 03:53 |
lehî baranyan
|
2. di van çend salên dawîyê xebatên bi vî rengî li bakurê Kurdistanê zêde bûne, ev jî cihê keyfxweşîyê ye. komxebata hiqûqê, komxebata rastnivîsînê, komxebata tibê, yekîtîya zimên û ev komxebat. şikir êdî em dikarin bên cem heb xebatên profesyonel bikin. |
|
12.01.2020 12:24 |
xendekî
|
3. Navê torê wekî (bnr: tora ziman û çanda kurdî) hatîye guherandin. Îro encama civîna du rojan ji alîyê Bawer Berşewî ve hatîye xwendin. Divê bêrîya çandan û zimanan em berê xwe bidin zimanê Kurdî, ji ber ku li ber sekratê ye, pêşîyê mirov agirê xanîyê xwe û taxa xwe ditemirîne û paşê diçe yê cîranên xwe. Çawa Ehmedê Xanî berîya sê sed salan gotîye ku "Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye." divê wisa be. Kesê nekare ji xwe re dîwarekê çêke dê çawa biçe dîwarên xelkê çêke. |
|
13.01.2020 22:38 |
lehî baranyan
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |